Cenazeyê Hevserokê berê yê rêxistina HDP'ê ya navçeya Giyadînê Cezmî Bûdak, ku li dijî operasyona leşkerên Tirk a li çiyayê Tendurekê bû mertalê zindî, lê di encama gulereşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û ji bo otopsiyê şandinên Saziya Tipa Edlî ya li Erzîromê. Cenaze bi saetan ji bo otopsiyê li morga nexweşxaneya navçeyê hat sekinandin, lê belê dozger nehat nexweşxaneyê.
Ji ber ku dozger bi hinceta 'ewlekariyê' nehat nexweşxaneyê, malbata Bûdak xwest cenaze ji nexweşxaneyê derxîne û bibe malê. Cenazeyê ku bi sedyeyê ji nexweşxaneyê hat derxistin, piştî ku welatî ketin navberê careke din birin morgê.
Cenaze piştî demekê li ambûlansê hat bicihkrin û bi hinceta ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî "ewlekarî nikare bê kirin" şandin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê. Dema cenaze ji nexweşxaneyê hat derxistn dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.