Dokûmantera Bakur a li ser jiyana gerîla hat sansurkirin

Festîvala Fîlman a Stenbolê, dokûmantera "Bakur" a derhêner Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû ya li ser PKK'ê, belgeya tomarkirinê ya Wezareta Çandê hincet nîşan da û ji bernameya xwe ya nîşandanê derxist.

Dokûmanter ku di bernameya festîvalê de cih digirt, di kêliya dawî de hat derxistin. Vê yekê nîqaşên li ser sansurê bi xwe re anî.

Dokûmanter wê îro li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 16:00 de li Atlas Sînemayê bihata weşandin. Lê belê 3 saet beriya nîşandana fîlm ÎKSV'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, ji bo derxistina fîlm ji bernameya festîvalê, nivîsa Midûriyet aGiştî ya Sînema ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya T.C. hincet hat nîşandan.

Li gorî vê nivîsê, hat îdîakirin ku fîlmên li nava welêt hatine kişandin û di festîvalan de werin nîşandan divê xwedî belgeya tomarkirinê ya wezaretê be û ji ber vê yekê fîlmê "Bakur" ji bernameya weşanê hatiye derxistin.