Bûdak ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak ê li Çiyayê Tendurekê di encama gulereşandina ji helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak ê li Çiyayê Tendurekê di encama gulereşandina ji helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak ê li Çiyayê Tendurekê di encama gulereşandina ji helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk Kamûran Yuksek li merasîmê axivî û got, "Di şeva 10'ê Nîsanê de çi karê we li qadên gerîla hebû? Çi gef hebû, rewşeke çawa hebû ku hûn derketin operasyonê?"
Cenazeyê Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Giyadînê Cezmî Bûdak ê li hemberî leşkerên li Çiyayê Tendurekê derketin operasyonê bû mertalê zindî lê di encama gulereşandina ji helîkoptera bi tîpa Kobra de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê anîn warê wî Giyadînê. Cenaze li ber ketina navçeyê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî hat pêşwazîkrin û anîn mala wî ya li navenda navçeyê. Piştî ku cenaze di rewşeke giran û rondikên çavan de li malê ji aliyê hevser û 6 zarokên wî ve hat pêşwazîkirin, wecîbeyên olî bicih hatin anîn.
Di merasîma ku bi hezaran kes lê amade bûn de girseya gel darbesta Bûdak hilgirt ser milan û ber bi Goristana Navçeyê ve meşiya. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "PKK, tolhildan", "Şehîd Namirin"," Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" heta goristanê meşiya. Di merasîmê de Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk Kamûran Yuksek, Hevşaredarên Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay û Sirri Sakik, Hevşaredarên Navçeyê, rêveberên DBP û HDP'ê, welatiyên ji bajarên derdorê û hemû dikandarên li navçeyê yên dikanên xwe girtin, amade bûn.
Cenazeyê Bûdak li ber dûayan hat veşartin û paşê Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik peyivî. Sakik got, "Destê dewletê careke din ketiye nava xwîna Kurdan." Sakik nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da û got, "Fermanariya Giştî dibêje wê zexta hilbijartinê bihata kirin, lewma leşkera ji bo pêşî li vê bigire çûye wê derê. Mirov hinekî bi wijdan dibe, li holê hînê rewşeke hilbijartinê nîne. Pêwîstiya me bi dengên bi vî rengî werin re nîne. Ev mirov hemû ji we re bûn mertalên zindî. Li şûna ku spasiyên xwe pêşkêş bikin, li daxuyaniya wan binêrin. Em, di oxira deng, di oxira desthilatdariyê de zarokên xwe nakin qurbanî. Ji bo aştî li vê xakê bicih bê, em li vir in."
YUKSEK: ÇI KARÊ WE LI QADÊN GERÎLA HEYE?
Kamûran Yuksek jî bi gotina, "Birayê me Cezmî şehîdê aştiyê ye" dest bi axaftina xwe kir û got, "Me gelek caran hewl dan vebêjin ku hikûmeta AKP ji bo desthilatdariya xwe biparêze, Recep Tayyîp Erdogan ji bo bi rehetî li qesra xwe bimîne di nava provokasyon û lîstikên şer de ye. Me ji Wezîrê Karên Hundir re jî vegot. Di destê me de belge, agahî, rapor û gotin hene. Di şeva 10'ê Nîsanê de 250 leşker bi çavdêriya 15 sûbay û tîmên taybet re xwe berdan nava qadên gerîla. Di şeva 10'ê Nîsanê de çi karê we li qadên gerîla hebû? Çi gef hebû, rewşeke çawa hebû ku hûn derketin operasyonê? 15 leşkeran yekser li qada gerîla datînin. Birayê me Cezmî û birayekî me yê gerîla li wir şehîd dixînin. Di pevçûna li wê derê de 8 leşker birîndar bûn. Heta êvarê li wir tên sekinandin. Yên ku ew leşker li wir rizgar kirin, gelê sivîl ê Giyadînê ye. Li mewziyan disekinin. Li daxuyaniyên leşkeran ên der barê mijarê de hene. Dîmen hene. Daxuyaniyên 15 leşkeran ji bo bên kuştin hatin şandin, hene. Ya ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan plan dikir ew bû ku 15 cenazeyên leşkeran danê vê sibehê bişîne bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Plana vekirî û li ber çavan ev e."
'PÊŞÎ LI PROVOKASYONEKE MEZIN HAT GIRTIN'
Yuksek destnîşan kir ku ya dihat xwestin kuştina 15 leşkeran bû û got, "Yên ku ew ji mirinê re şandin û piştî ku birîndar bûn jî ji mirinê terikandin hikûmeta AKP'ê û artêşa wê ye. Yê ku ew li vir rizgar kir jî gelê me yê Agirî ye. Pêşî li provokasyoneke mezin hatiye girtin. Naxwe dibe ku îro danê sibehê Tirkiyeyê bi mirina gelek leşkeran, birayên me yên sivîl û gerîla, hişyar bibûya. Ya ku pêşî li vê girt, hestyarî û hişyariya gerîla bû, ku neket nava vê xefikê. Tevî hemû qedexeyên leşker û valî, gelê Agirî û Giyadînê mîna mertalên zindî çû herêmê. Rewş ev e. Divê tevahiya raya giştî van rastiyan bizanibe."
YÊN ÇÛN SERXWEŞIYÊ RASTÎ ÊRÎŞA BI BOMBEYA GAZÊ HATIN
Li dû axaftinan, hevser û zarokên Bûdak li ser gorê rondikên çavan barandin. Piştî merasîmê girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan çû mala serxweşiyê ya li Taxa Ketenpinarê. Li vir jî leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin.