HDP li Êlihê 4 ji 4'an dixwaze!

Li Bakurê Kurdistanê namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê bi eleqeyeke mezin a gel hatin pêşwazîkirin. Li Êlihê, di nava AKP'ê ya ku hevrikê yekane yê HDP'ê ye, ji ber rêza di lîsteyê de îstifa rû didin.

HDP a ku dixwaze li Êlihê herî kêm 3 parlamenteran derxîne, dest bi xebatên hilbijartinê kir. Piştî îstifaya Mehmet Emîn Ekmen ê ji AKP'ê ya ji ber rêza di lîsteyê de, HDP'ê armanca xwe kir çar ji çaran. Namzetên HDP'ê jî li eleqeyeke mezin a gel rast hat.

Namzetê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan ku di rêza yekemîn de cih digire, navekî ku di nava Partiya Çep a Elmanya de parlamenterî kiriye. Atalan ê ji baweriya Êzidî ye, ji xwe bawer e ku temsîla hemû nasnameyên etnîkî yên li herêmê bike. Di rêza duyemîn de jî Saadet Becerîklî cih digire, ku di salên dûr û dirêj de di nava siyaseta Kurd de wezîfe kiriye. Di rêza sêyemîn de Parêzer Ayşe Acar Başaran jî navekî tê naskirin e. Bavê wê di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye qetilkirin. Di rêza 4. de Hasan Yagiz cih digire. Yagiz li Bakurê Kurdistanê di salên dûr û dirêj de di nava xebatên ciwanan ên partiyên siyasî de cih girt û herî dawî li dibistana Kurdî ya di sala dawî de hat vekirin, mamostetî dikir. Yagiz ku tevî temenê xwe yê ciwan li eleqeyeke mezin a gel rast tê, eger HDP 4 parlamenteran derxîne wê li Parlamentê Êlihê temsîl bike.

Welatiyên ku li ser namzetên HDP'ê ji me re axivîn, bal kişandin ser derizîna di nava AKP'ê de û xurtbûna ruhê yekîtiya gel ê berxwedana Kobanê. Nêrînên welatiyan bi vî rengî ne:

Nîhat Yurek: HDP ne tenê hêviya Kurdan, sosyalîstan û mûxafazakaran, li gorî me niha hêviya tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Em ji xwe dengê xwe didin HDP'ê, lê belê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk divê HDP hîn bi xurtî ji vê hilbijartinê derkeve. Bi vê têgihiştinê re derdoreke mezin a civakê wê dengê xwe bide HDP'ê.

Mahmût Soner: Namzetên HDP'ê di nava me de ti carî ne mijara nîqaşê ne. Êlih niha di rewşeke xwedî avantaj de ye. Hemû namzetên AKP'ê ji axayan pêk tê. Ev axa bi xwe jî, ji ber rêzê bi hev ketine. Milîtanê AKP'ê yê bi navê Mehmet Emîn Ekmen, tevî hemû hewldanên xwe jî nekarî bikeve rêza destpêkê. Di hilbijartinên Şaredariyê de li Êlihê têk çû û nekarî têkçûneke duyemîn rake. Bi dîtina min eger HDP hinekî din jî bixebite, wê 4 parlamenteran derxîne.

Îhsan Arat: Tevgera Kurd heta roja îro bi hêza xwe tevlî hilbijartinê dibû, lê vê carê bi namzetên gelekî girîng re li dijî AKP'ê bûye yekane hêza mûxalîf. Namzetên ji bo Êlihê hatine diyarkirin, mirovên gelekî biyanî nînin, mirovên li vir siyasetê dikin û gel temsîl dikin e. Bi tenê Alî Atalan ji aliyê gelê Êlihê ve nayê naskirin, ew jî welatparêzekî Kurd e ku li Ewropayê xwedî tecrûbeyên parlamenteriyê ye. Bi dîtina min Alî Atalan xwedî wê potansiyelê ye ku di demeke kurt de bikeve nava dilê gelê Êlihê. Ji bo me gelekî girîng e ku civata Êzidiyan temsîl dike. Ev erdnîgarî erdnîgariyeke ku koka biratiyê ya xwedî kûrahiyeke hezaran salan e. Dijberiya bawerî, çand û mezheban nehatiye qebûlkirin.

Ridvan Algul: Bi dîtina min, namzetên HDP'ê gelekî di cih de ne. Bi dîtina min girseyeke mezin a heta niha deng dida AKP'ê wê berê xwe bide HDP'ê. Nêrîn û helwesta AKP'ê ya di berxwedana Kobanê de li dijî Kurdan nîşan da, her kes êşand.