Cenazeyê mertalê zindî Cezmî Budak anîn morgê
Cenazeyê mertalê zindî Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeya Giyadînê Cezmî Budak ê ku di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, anîn morga Nexweşxaneya Giyadînê.
Cenazeyê mertalê zindî Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeya Giyadînê Cezmî Budak ê ku di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, anîn morga Nexweşxaneya Giyadînê.
Cenazeyê mertalê zindî Hevserokê berê yê HDP’ê yê navçeya Giyadînê Cezmî Budak ê ku çû cihê operasyona leşkerî ya li herêma Tendurek a navçeya Giyadîn a Agiriyê hatibû destpêkirin û di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, anîn morga Nexweşxaneya Giyadînê. Tê payin cenazeyê Budak ji bo otopsiyê bibin Saziya Tiba Edlî ya Trabzyonê.
Hate ragihandin ku wê cenazeyê nunerê MEYA-DER ê ku ji sing, teşk û çengê xwe bi sê guleyan birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Bijîşkan ragihand ku xeteriya jiyanî ya Îlboga tune ye.