Dengek dikare her tiştî biguherîne

Li bajarê Den Haagê, li ser mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bûyerên dawî civîna gel hat lidarxistin. Beşdaran destnîşan kirin ku dengekî bi tenê dikare her tiştî biguherîne û bang li her kesî kirin ku ji bo HDP'ê bi ruhê seferberiyê bixebitin.

Li bajarê Hollanda Den Haagê, li ser mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bûyerên dawî civîna gel hat lidarxistin. Beşdaran destnîşan kirin ku dengekî bi tenê dikare her tiştî biguherîne û bang li her kesî kirin ku ji bo HDP'ê bi ruhê seferberiyê bixebitin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Hollanda Den Haagê, bi beşdariya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û nûnera TJKE Zîlan Diyar civîneke gel hat lidarxistin.

Aydar di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku serketina li Şengal û Kobanê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê hat bidestxistin, li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan bûye statuyeke nû.

Aydar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: "Hevdîtina di navbera hikûmetê û heyeta Îmraliyê de dîrokî ye. Ev yek, li hemberî Tirkiyeyê serketina tevgera me ye. Em xwedî tecrûbeyeke bi salan e. Bila gelê me zanibe ku kes nikare li dora maseyê me bixapîne. Di rewşeke ku em timî li êrîşan rast tên de, em ê çima dest ji çekan berdin? Bêyî garantî were dayîn, Kurd wê çawa mijara çekê binirxîne?"

Zubeyîr Aydar hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê jî nirxand û got, "Naxwazin Kurd bikevin Meclîsê. Naxwazin di siyasetê de Kurd xwedî bandor bin. Her kes dibîne ku projeyên HDP'ê ji bo hemû gelên li Tirkyeyê ye. Em siyasetê ji bo demokrasî û azadiyê dimeşînin."

DIYAR: DIVÊ HER KES XWE BERPIRSYAR BIBÎNE

Nûnera TJKE Zîlan Diyar jî di axaftina xwe de bi giranî li ser hilbijartinan axivî û ev nirxandin kir: "Projeya neteweya demokratîk a Rêbertiyê, pêşkêşî dengdana gel tê kirin. HDP ji aliyê gelek derdoran ve hat pejirandin. HDP ji bo hemû dijberên sîstemê alternatîfeke. Ji bo yên li hemberî kapîtalîzmê li alternatîfê digerin, HDP heye. Roman, Gurcu, Laz û her kesên AKP'ê li derveyî sîstemê hiştiye, her cihêrengî di nava HDP'ê de cih digirin. Weke Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê, di hilbijartinan de em ê roleke diyarker bilîzin. Em hemû dildarên xebatên hilbijartinê yên HDP'ê ne. Mirovek bi tenê dikare her tiştî biguherîne, divê her heval xwe berpirsyar bibîne."

DI 25'Ê NÎSANÊ DE ŞEVA PIŞTEVANIYÊ

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Den Haagê Cemîl Serhat jî ragihand ku sindoqa hilbijartinê li herêma Rijswijk a Den Haagê tê danîn û anî ziman ku ji bo çûn û hatinê ew ê alîkariyê bidin hilbijêran. Serhat bang li her kesî kir ku beşdarî şeva piştevaniyê ya 25'ê Nîsanê bibin ku Ahmet Turk jî wê lê amade be û der barê rê û rêbazên xebatên hilbijartinê yên li Den Haagê de agahî da.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

...