KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk hewl dide bi zorê şer derxîne
HPG'ê da xuyakirin ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi qasî ku rê li ber bingeheke şer veke, zêde bûne. -
Rûsya, xebatên MPKE ji bo salekê rawestand
Serokê Dûma ya baskê jêr a Parlemantoya Rûsya Sergey Narişkîn, diyar kir ku heyeta Rûs ji bo salekê rawestandina xebatên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ragihandine Brukselê. -
Cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê li Amedê hatin definkirin
Cenazeyên şervanê YPG'ê Ramazan Hantaş (Yilmaz Amed) û şervana YPJ'ê Hafîze Mutlu (Besê Amed) ên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin definkirin. -
KCD'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Hevserokên KCD'ê bi daxuyaniyekê, Cejna Çarşema Sor li civata Êzidî pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurd kirin ku piştgiriyê bide civata Êzidî. -
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Cenazeyê 5 têkoşerên di pevçûnên li eniya başûrrojhilat a Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya bê dawî ve hatin oxirkirin. -
Civaka Îslamî ya Kurdistanê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir. -
Encu: Ji bo Roboskî, Gezî û Soma ez ê li Meclîsê bim
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Roboskî diyar kir ku ji bo li nava çavên komkujiya Roboskî rewa dikin binêre û bêje 'Em ê destûra vê nedin', ew ê li Meclîsê be. -
Gelê Geverê destûr neda serdegirtinên polîsan
Tîmên tevgera taybet ên bi maske, taxên Kişla û Orman ên Geverê bi maşînên zirxî dorpêçkirin. Di navbera van tîmên bi maske û şêniyên taxan de pevçûn derket. -
Cejna pîroz a Kurdên Êzidî bi dilşikestî hat pêşwazîkirin
Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî li wargeha ji konan a li Êlihê ji aliyê Kurdên Êzidî ve hat pîrozkirin. Di cejna ku bi dilşikestî derbas bû de, zarokan hêk boyax kirin. -
YBŞ û YPJ Şengalê Çarşema Sor pîroz kirin
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YPJ Şengalê cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kirin. -
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê hat girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mûstafa Fîlîtoglû yê li Çewlikê hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. -
KCK'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
KCK'ê Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku civata me ya Êzidî wê vê cejnê bike sedema pêkanîna jiyana azad û demokratîk û bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bike." -
Li Kobanê 6 gundên din hatin rizgarkirin
Li başûrê Kantona Kobanê, di encama operasyoneke nû ku şervanên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin de, 6 gundên din hatin rizgarkirin. -
KCK: Em komkujiya Enfalê bi nefret lanet dikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya Enfalê ya beriya 27 salan li Başûrê Kurdistanê hat kirin bi nefret lanet kir. -
Heyeta Îmraliyê: Dewletê li Agiriyê agirbest binpê kir
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku operasyona leşkerî ya li Agirî ji berê ve hatiye plankirin û destnîşan kir ku agirbest ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin. -
Dêrsim: Divê PDK dest ji pêkanînên xwe berde
Yek ji nûnerên TEVDA’yê Mûnzûr Dêrsim polîtîkayên PDK’ê yên li hember Êzidiyan rexne kir û got ku divê hikûmeta PDK û saziyên girêdayî wê dest ji van polîtîkayan berde. -
Namzetê HDP'ê Atalan: AKP wê nikaribe ji Êlihê wekîl derxîne
Ji namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. Atalan ku ev 25 sal in li Ewropayê di nav siyaseta aktîf de ye destnîşan kir, ku HDP dikare bibe dengê hemû gelan. -
Ji Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniya Cejna Çarşema Sor
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor em dixwazin bêjin ku civata me ya Êzidî çiqasî xwe birêxistin bike, xwe bi rêve bibe wê bibe hêzek û bi pêşvebirina hêza parastina xaka xwe re wê jiyana xwe garantî bike." -
Li Swêdê Komîteya Rojava û koman xebatên xwe zêde kirin
Komîteya Rojava ya li Stockholmê xebatên xwe yên ji bo piştgirîdayîna ji nû ve avakirina Kobanê û destekkirina Rojava zêde kir. -
'Ji ber ku tevlî refên PKK'ê bûm gelekî bi şens im'
Gulbahar Botan a ku çar salan bi awayekî profesyonel spora kaşûnê kir, anî ziman ku ji ber Kurd e rastî gelek neheqiyan hatiye û li hemberî van neheqiyan ew tevlî nava refên gerîla bûye. -
KNK’ê Cejna Çarşema Sor bi daxuyaniyekê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û di serî de li civata Êzidî, li gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê pîroz kir. -
Nasnameya gerîlayê di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin ku gerîlayê ARGK'ê Kemal Ûlaş bi nasnav Bager Karakoçan di 2'ê Nîsana 1995'an de di pevçûna li gundê Gerdiya Hergus de bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye. -
Li Derya Spî drameke mirovatiyê: 400 koçber winda bûn
Keştiya penaberan a ji Libyayê diçû Îtalyayê noqî avê bû. Di keştiya ku 550 rêwiyê wê hebûn herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê. -
Di kolandina gora komî ya Dêrsimê de serê 8 mirovan hat dîtin
Di kolandina gora komî ya aydî 24 endamên malbata Canan û Baran ya Dêrsimê de hestiyê serê 8 mirovan hatin dîtin.