5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Cenazeyê 5 têkoşerên di pevçûnên li eniya başûrrojhilat a Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya bê dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê 5 têkoşerên di pevçûnên li eniya başûrrojhilat a Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya bê dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê 5 têkoşerên di pevçûnên li eniya başûrrojhilat a Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya bê dawî ve hatin oxirkirin.
Bi armanca oxirkirinê cenazeyên 5 tekoşerên ku di pevçûnên başûrrojhiltê Kantonê Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ´ê jiyan xwe ji dest dan, bi sedan welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatiyên ku alên Kurdî rakiribûn bê navbera dirûşmeyên bijî berxwedana YPG´ê û YPJ´ê berz kirin, cenazeyên tekoşeran li vir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber ve goristana şehîd Dicle ya Kobanê ve ketin rê.
Dema girseya gel gihişt goristanê li wir merasîma oxirkirnê hate lidarxistin. Piştî deqeyekê rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Êto û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) jî Rûken Ehmed axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên tekoşeran re xwestin û bal kişand ser berxwedana ku şervanên YPG´ê û YPJ´ê û Burkan El- Ferat li dijî çeteyên DAIŞ´ê nîşan didin.
Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku berxwedana ku şervanên YPG´ê û YPJ´ê û Burkan El- Ferat nîşan didin, destanên lehengiyê ku dîrokê jê re şahidî kir, nivîsandine û wiha hat gotin: "Berxwedana lehengên me ji tevahî cîhanê re bû mînak. Fedayî û tekoşîna ku dewam dike, roj bi roj serketinan pêk tîne."
Axaftvanan diyar kirin ku tevlîhevbûna xwîna gelê kurd û ereb di parastina herêmê de girêdana gelên ku bi hev re jiyana hevbeş jiyan dikin, nîşan da. Axaftvanan gotin ku vê yekê jî hişt ku kurd û ereb di heman çeperê de li dijî şeteyênê DAIŞ´ê şer bikin.
Di dawiyê de axaftvanan soza şopandina rêya têkoşeran dan.
Di merasîmê de kurê tekoşer Mihemed Xelîl Kurdo Xelîl jî axivî û wiha got: "Ez sersaxiyê ji tevahî malbat û zarokên şehîdan re dixwazim. Her roj ev axa ku zilmê napejirîne bi xwîna pakrewanan tê avdan. Ji bo vê jî dibe ku em tekoşîn û berxwedanê bikin, heta ku em tola şehîdan rakin. Bavê min yek ji kesên ku canê xwe fedayî vê axê kiriye. Wî dest ji zarok û malbata xwe berda, ji bo ku şerefa xwe biparêze. Ez jî soz didim ku ez ê rêya wî heta ku armanca ku wî canê xwe ji bo wê feda kir, pêk tê, bişopînim.˝
Piştî axaftinan welatiyan bi tililî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana şehîd Dicle spartin axê.
NASNAMEYA CANGORIYAN
Meryem Mihemed bi nasnav Agirî Yilmaz, di sala 1995'an de li gundê Mizxenê yê Kobanê ji dayik bû, di 13'ê Nîsana 2015'ande li Hemdûnê jiyana xwe ji dest da.
Farûk Daban bi nasnav Berkel, di sala 1982'an de li Şêx Çopan ji dayik bû, di 14'ê Nîsana 2015'an de li Girikê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Xelîl bi nasnav Îbrahîm, di sala 1967'an de li Çelebiyê ji dayik bû, di 13'ê Nîsana 2015'an de li Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Hesen Mehrawî li Reqa ji dayik bû, di 14'ê Nîsana 2015'an de li embarên genim ên Sirînê jiyana xwe ji dest da.
Ebdil Qadir Mihemed li Reqa ji dayik bû, di 14'ê Nîsana 2015'an de li embarên genim ên Sirînê jiyana xwe ji dest da.