Encu: Ji bo Roboskî, Gezî û Soma ez ê li Meclîsê bim
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Roboskî diyar kir ku ji bo li nava çavên komkujiya Roboskî rewa dikin binêre û bêje 'Em ê destûra vê nedin', ew ê li Meclîsê be.
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Roboskî diyar kir ku ji bo li nava çavên komkujiya Roboskî rewa dikin binêre û bêje 'Em ê destûra vê nedin', ew ê li Meclîsê be.
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ji Roboskî diyar kir ku ji bo li nava çavên komkujiya Roboskî rewa dikin binêre û bêje 'Em ê destûra vê nedin', ew ê li Meclîsê be û got, "Ne tenê ji bo Roboskî, ji bo Soma, têkoşîna Gezî, Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, ez ê li Meclîsê bim."
Di ser komkujiya Roboskî ya 34 mirov hatin qetilkirin re çend meh derbas bûbûn. Bi heyeteke ji Meclîsên Jinên Sosyalîst re çûbûm Roboskî. Min Ferhat Encu li maleke gund dîtibû. Ya di şeva komkujiyê û piştî wê de qewimî, bê navber vedigot. Hewl dida bi berfirehî bersivê bide her pirsê. Kî zane cara çendan bû komkujî vedigot. Wê rojê, der heqê wî de biryara girtinê hebû. Hewl dida di nuqteyên kontrolê yên leşkerî de derbas nebe û ji heyetên tên gund re komkujiyê vebêje. Piştî wê rojê gelek caran hat binçavkirin, der heqê wî de biryarên girtinê hatin derxistin. Lê belê wî vegotina komkujiyê, vegotina qetilkirina xizmên xwe dewam kir. Hingî li Edeneyê di Zanîngeha Çûkûrovayê de li beşa Endezyariya Madenê dixwend. Di kongreya HDP'ê de ji Meclîsa Partiyê re hat hilbijartin. Îro jî namzetê ji Şirnexê HDP'ê yê parlamenteriyê ye.
Ferhat Encu pêvajoya namzetiya xwe û ya ku weke parlamenter dixwaze bike ji ANF'ê re vegot. Beriya komkujiya Roboskî têkiliya xwe ya bi siyasetê re bi gotina "Mîna her ciwanekî Kurd bi sempatî nêzî tevgera azadiyê ya Kurd dibûm" anî ziman û tevlî xebatên ciwanan ên li zanîngehê bû, li gund jî cihê xwe di nava xebatên herêmî de girt. Ji ber ku komkujiya Helepçeyê protesto kir, der heqê wî de doz hat vekirin, lê doz bi Pakêta 3. a Dadgeriyê re betal bû.
DENGÊ MALBATÊ YÊ LI DERVE
Piştî komkujiyê mîna jiyana hemû Roboskiyan jiyana Encu jî guherî. Malbat her rojên Pêncşemê li goristana şehîdan û xeta sînor a lê komkujiyê rû da li edaletê geriyan. Encu jî bû 'dengê li derve' yê malbatan.
Encu bi vî rengî behsa vê rewşê dike: "Mirovên me piştî Roboskî nedizanîbûn wê çi bikin, bi çi rengî tevbigerin. Komkujiyê bandoreke şoqê li mirovên me kir. Min jî mîsyonek ji xwe re destnîşan kir. Bi qasî ku karibim, min got ez ê komkujiyê vebêjim."
Dema namzetê HDP'yî ji Roboskî be, axaftin li komkujiyê û komkujiya heywanan a di rojên dawî de rû da, vegeriya.
Encu bal kişand ser nasnameya welatparêziyê ya gelê Roboskî û got, "Gelê Roboskî, beriya avabûna PKK'ê jî gelekî xwedî hişmendiya neteweyî bû, ku bi tevgera Mele Mûstafa Gazî xwe gihand. Piştî avabûna tevgera azadiyê ya Kurd, bi sempatî tevger pêşwazî kir." Encu bibîr xist ku ji ber zexta giran a dewletê gel neçar ma cerdevaniyê qebûl bike û got, "Ev yek nedihat wê wateyê ku wan berê xwe ji tevgera azadiyê zîvirandiye. Beriya komkujiyê di sala 2010'an de dema 12 gerîla şehîd ketin, gel sînor derbas kir û cenaze wergirt."
Encu êşên gel jî bibîr xist û anî ziman ku armanca komkujiya Roboskî helwesta welatparêz a gel bû û got, "Dewletê ji ber vê yekê komkujî kir."
'DIXWAZIN BI KOMKUJIYAN RE SÎNORAN BI GEL BIDIN QEBÛLKIRIN'
Dewleta ku hesabê komkujiya 17 jê zarok 34 bedenan nedaye, ev meheke hêstirên gundiyan hedef girtiye. Bi dehan ji van hêstiran ku gel ji hilgirtina nexweş û birîndaran heta bazirganiya li ser sînor di gelek karî de bikar tîne, ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Li gorî Encu, dewlet sînorê ku gel nas nake vê carê bi qetilkirina hêstiran re dixwaze bide qebûlkirin. Di wê baweriyê de ye ku sedemeke din a vê komkujiyê jî pêwendiya xwe bi pêvajoya çareseriyê re heye. Encu anî ziman ku ROboskî nuqteyeke gelekî hesas a gelê Kurd e û got, "Piştî komkujiya Roboskî pêvajoya aştiyê destpê kribû. Niha bi provokasyonên li vê derê re dixwazin pêvajoya aştiyê ji holê rakin."
Encu ragihand ku bi komkujiya hêstiran re tê xwestin ku herêm bi temamî were valakirin û got, "Aşkera ye ku têkoşîna me ya edaletê ku bi salane dewam dike, hedef tê girtin."
'HELWESTA LEŞKER JI BO TINEKIRINÊ YE'
Encu got, "Eger gelê Roboskî ne hestyar û hişyar bûya, wê bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest bidan" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Helwesta leşkeran, ji bo tinekirinê ye. Dema me xwest bi wan re diyalogê deynin, em li heqaretê rast hatin. Di dema komkujiyê de fermandarê tûgayê Abdûllah Baysal ji bo fermandariya tumenê hat wezîfedarkirin. Abdûllah Baysal bi gotina 'ya Roboskî wê min biqedîne yan jî ez ê Roboskî biqedînim' bi awayekî vekirî dijminatî kir. Eger kêm be jî hinekî hesasiyeta gel li ber çavan bigirtina, wê payeya mirovekî bi vî rengî nehatibûya bilindkirin."
Di ronîkirina komkujiya Roboskî de heta niha ti pêşketin nîne. Lİ hemberî vê yekê gel bi biryar e ku bê rawestan têkoşîna xwe dewam bike. Komkujiya hêstiran jî veguherîn çalakiyên li ser sînor ên daxwaza edaletê lê tê bilêvkirin.
Ferhat Encu jî destnîşan dike ku têkoşîna wan ne tenê ji bo aşkerakirina komkujiya Roboskî ji bo aşkerakirina hemû kiryarên komkujiyan e.
Namzetê HDP'ê yê Şirnexê tê payîn ku bi misogerî cihê xwe di Meclîsê de bigire.
'EZ Ê LI NAVA ÇAVÊ WAN BINÊRIM...'
Encu wê li Meclîsê çi bike?
Encu ev pirs gelek caran ji xwe pirsî ye.
Bersiv: Di mejiyê de min de tiştekî bi tenê heye. Ez ê biçim ber kursiya Meclîsê, li nava çavê her wekîl, Serokwezîr û Serokkomarê hewl dide Roboskî rewa bikin binêrim û bêjim 'Em ê nehêlin ku hûn komkujiyê rewa bikin'. Medyayê, li hemberî komkujiyê berpirsyariya xwe bicih neanî. Bi dewletê re hewl da komkujiyê rewa bike. Weke malbatên Roboskiyî em ji rewşeke ku karibin xwe pê îfade bikin bêpar hatin hiştin. Medyayê qet li sedema komkujiyê nepirsî. Sedemên ku pê komkujiyê rewa bike, dît. Halbûkî komkujiyeke plankirî ya dewletê li naverastê bû. Ji bo hesabê ji zîhniyetê ku Roboskî bilêv nake, lê dema Roboskî dikeve rojevê dibêje 'Lê PKK'ê jî ev kir', 'Her kurtaj Qilabaneke' bipirsim, diçim Meclîsê. Ne tenê ji bo Roboskî, ji bo Soma, têkoşîna Gezî, Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, ez ê li Meclîsê bim. Ji bo hesab ji Serokkomarê ku digot 'Ew terorîstên bi kincê sivîl in' bipirsim ez ê li wir bim."