Rûsya, xebatên MPKE ji bo salekê rawestand

Serokê Dûma ya baskê jêr a Parlemantoya Rûsya Sergey Narişkîn, diyar kir ku heyeta Rûs ji bo salekê rawestandina xebatên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ragihandine Brukselê.

Serokê Dûma ya baskê jêr a Parlamentoya Rûsya Sergey Narişkîn, diyar kir ku heyeta Rûs ji bo salekê rawestandina xebatên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ragihandine Brukselê. Narişkîn got, “Ez bawer im ev ‘dûşa sar’wê ji bo meclîsa parlamenteran encamên bi sûd bîne.”

Sergey Narişkîn ê ji çapemeniyê re axivî têkiliyên MPKE û Rûsya nirxand. Narişkîn bibîr xist ku ji ber helwesta êrîşkar a hin welatên di MPKE de tên temsîlkirin, rayeya dengbikaranînê ya heyeta Rûs ji dest hatiye wergirtin û got ku bi vê biryarê re MPKE zerareke mezin daye bûyîna “platforma demokratîk a ji bo diyalogê’

Serokê Dûma got, “Li hember vê wek bersiv, em neçar man xebatên xwe yên li MPKE ji bo salekê rawestînin.” Rûsya heta dawiya sala 2015’an wê tevlî rûniştin û xebatên MPKE nebe.