Cejna pîroz a Kurdên Êzidî bi dilşikestî hat pêşwazîkirin

Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî li wargeha ji konan a li Êlihê ji aliyê Kurdên Êzidî ve hat pîrozkirin. Di cejna ku bi dilşikestî derbas bû de, zarokan hêk boyax kirin.

Çarşema serê Nîsanê cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî li wargeha ji konan a li Êlihê ji aliyê Kurdên Êzidî ve hat pîrozkirin. Di cejna ku bi dilşikestî derbas bû de, zarokan hêk boyax kirin.

Êzidî Cejna Çarşema Sor ku weke mizgîniya biharê dibînin, pîroz dikin. Kurdên Şengalî yên li komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rast hatin û bi saxî rizgar bûn, li wargeha ji konan a li Êlihê cejna xwe mîna şînê pêşwazî kirin. 

'JI BER KOMKUJIYA DAIŞ'Ê EM BI DILŞIKESTÎ PÊŞWAZÎ DIKIN'

Şêx Selman der barê Cejna Çarşema Sor de agahî da û got, "Di baweriya Êzidiyan de Cejna Çarşema Sor di hefteya Çarşema destpêkê ya Nîsanê de ye, ku weke dema çêbûna metabolîzmayê li cîhanê tê dîtin. Bi helandina qeşayê re, weke roja li cîhanê jiyanê destpêkiriye, em dibînin. Hemû xurekên di xwezayê de hene, dema tê kelandin dihele, lê belê hêk dema germ dibe, mîna cîhanê dikele. Ev yek pêwîstiyeke baweriya me ye. Îro hemû Êzidî bi serjêkirina qurbanan cejnê pêşwazî dikin. Xwezî me jî li Şengalê li qadên ziyaretgehên me yên pîroz, cejna xwe pîroz bikira. Civata Êzidî di sedsala 21'an de di komkujiya DAIŞ a barbar re derbas bû û em niha cejna xwe bi dilşikestî pêşwazî dikin."

'MALA YÊN XAKA ME JI TERORÎSTAN PAQIJ DIKIN AVA BE'

Pîr Şemo jî anî ziman ku civata Êzidî nema dikare xwe rabigire cejnên wan vediguherin şînê û destnîşan kir ku divê gelê Şengalê bibe Derwêşê Evdî. Pîr Şemo der barê Çarşema Sor de wiha axivî: "Çarşema Sor li tevahiya gelên cîhanê û civata Êzidî pîroz be. Em roja xwe ya pîroz cejna Melekî Tawiz Çarşema Sor bi dilşikestî pêşwazî dikin. Êlih jî welatê me ye lê belê cih û warên me Şengal hînê di bin dagirkeriyê de ye, lewma em li vir in. Bi hêviya ku di demeke kurt de li cih û warên xwe vegerin, em dijîn. Em dixwazin êdî cejna xwe li ser xaka xwe pîroz bikin. Neviyên Derwêşê Evdî yên îro li Çiyayê Şengalê li ber xwe didin destanan dinivîsînin. Em Çarşema Sor diyarî şervanên azadiyê dikin. Roja herî rengîn a biharê Çarşema serê Nîsanê ye. Mala şervanên HPG, YPG, Yekîneyên Berxwedana Şengalê yên xaka me ji wan terorîstan paqij dikin, ava be."

'DI MEHA NÎSANÊ DE KES NAZEWICE, JI BER KU...'

Şeyma Hecî diyar kir ku di Cejna Çarşema Sor de keç û xort kincên rengînî li xwe dikin û got, "Di Cejna Çarşema Sor de keç û xort kincên kes, sor û zer li xwe dikin û li seyrangehan tên cem hev. Hêkên serê sibehê li malê tên kelandin, tên boyaxkirin, û ji gihayê xwezayê boyax tê çêkirin. Ji ber ku meha Nîsanê xwezayê mîna bûkê dixemilîne, ji bilî xwe kesî weke bûk qebûl nake. Lewma ti Kurdekî ji baweriya Êzidî, di meha Nîsanê de nazewice. Ji ber ku bûka herî bedew meha Nîsanê ye. Lê belê îsal her kes di binê konan de vê cejnê bi şînê pêşwazî dikin. Ji bo kêfa zarokan bê me xwarin çêkir, hêk amade kir."

...