'Ji ber ku tevlî refên PKK'ê bûm gelekî bi şens im'
Gulbahar Botan a ku çar salan bi awayekî profesyonel spora kaşûnê kir, anî ziman ku ji ber Kurd e rastî gelek neheqiyan hatiye û li hemberî van neheqiyan ew tevlî nava refên gerîla bûye.
Gulbahar Botan a ku çar salan bi awayekî profesyonel spora kaşûnê kir, anî ziman ku ji ber Kurd e rastî gelek neheqiyan hatiye û li hemberî van neheqiyan ew tevlî nava refên gerîla bûye.
Gulbahar Botan a ku çar salan bi awayekî profesyonel spora kaşûnê kir, anî ziman ku ji ber Kurd e rastî gelek neheqiyan hatiye û li hemberî van neheqiyan ew tevlî nava refên gerîla bûye.
Tevî gotinên 'çareseriyê' yên hikûmeta AKP'ê jî, di pêkanînên Kurd lê rast tên de ti guhertin nîne. Sîstema dewleta Tirk a dest ji înkarkirina Kurdan bernade, herî zêde li hemberî ciwanên Kurd pêkanînên şerê taybet dimeşîne. Mîna li her qadên jiyanê nahêle li qada sporê jî ciwanên Kurd serketî bin. Gulbahar Botan a ku 4 salan li Federasyona Kaşûnê ya Tirkiyeyê bi awayekî profesyonel spora kaşûnê kir, yek ji ciwanên Kurd ên li van pêkanînên dewleta Tirk rast hatiye. Gulbahar ji ber nasnameya xwe ya Kurd, gelek caran li neheqiyan rast hat. Nêzîkatiyên lê dihat kirin qebûl nekir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
'BI QASÎ KU NIKARIBIM BÊJIM NEHEQÎ HEYE, NEZAN BÛM'
Gerîla Gulbahar Botan a di Federasyona Kaşûnê ya Tirkiyeyê de 4 salan di sporên kaşûnê yên atletîzma patenê de kar kir, der barê rewşa ciwanên kurd ên di van beşên sporê de lê rast tên de, ev agahî da: "Ez ewqasî nezan bûm, ku min nikarîbû bigota li holê neheqiyek heye. Bi salan di sporên patena atletîzmê ya kaşûnê de min gelek serketin bi dest xist, lê belê ji ber ku Kurd im min qebûl nekirin. Bi heman rengî hevalên min ên din jî qebûl nekirin. Di ser re, em weke berpirsyarê hemû bûyerên diqewimin didîtin. Di dawiya sala 2011'an de bi hevalên xwe yên xebatê re ketim nava nakokiyan. Nêrîna wan a li ciwanên Kurd cuda bû. Nedihiştin ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Ev zext li hemberî jinê bêhtir giran dibû. Min tevlî gelek xebatan ne kirin."
'LI HUNDIR Û DERVEYÎ WELAT MIN GELEK XELAT STEND'
Gulbahar Botan anî ziman ku li derve û hundirê welêt ew beşdarî gelek pêşbirkan bûye, gelek xelat bi dest xistiye û got, "Di atletîzmê de destpêkê di pêşbirkên bezê de min cih girt. Li bajaran pêşbirk çêdibûn. Li van deran min gelek xelat û kûpa stend. Li derveyî welat jî tevlî gelek pêşbirkan bûm. Li welatên lê pîstên kaşûnê hene, tevlî pêşbirkan bûm. Li Elmanya, Awûstûrya, Slovenya, Swîsre, Komara Çekê tevlî pêşbirkan bûm. Herî dawî jî li Elmanyayê di Olîmpiyada Stêrkan de min cih girt."
'PÊŞHUKIM NEGUHERÎN'
Gulbahar Botan anî ziman ku tevî serketinên xwe yên li derve û hundirê welêt, ji ber Kurdbûyîna xwe biçûk dihatin dîtin û weke berpirsyarê hemû qewimînan dihatin dîtin. Botan diyar kir ku di dawiya sala 2011'an de bi zêdebûna çalakiyan û mirina leşkeran re bi çavê 'hûn çi dikin' li wan dihat nêhirîn.
Gerîla Botan got, "Van nêrînan min aciz dikir. Me nekarîbû zimanê xwe bi hêsanî bikar bînin. Min hingî fêm kir ku em çiqasî serkertî bin jî, pêşhukmên li hemberî me wê neguherin. Min fêm kir ku nêzîkatiyên wan şaş e. Lê belê ji ber ku bi temamî min rastiya xwe fêm nekiribû, nedibûm bersiv. Min rast nedidît, min helwestên wan qebûl nedikir." Botan destnîşan kir ku lêgerînên wê di wan salan de destpê kirine.
Botan anî ziman ku wê PKK bi ciwanên welatparêz re nas kiriye û got, "Piştî ku min nas kir, min biryara tevlîbûnê da. Li qada sporê gelek ciwanên Kurd hene. Ji rastiya xwe dûr in. Haya wan ji neheqiya li wan tê kirin jî nîne. Divê ciwanên Kurd êdî bizanibin ku di bin navê sporê de tên xapandin, pêwîste neheqiya li wan tê kirin bibînin."
'PKK'Ê HÎNÎ MIN KIR KU DIVÊ ÇAWA BIJÎM'
Gulbahar Botan got, "PKK mirovan hînî jiyana hêjayî mirov dike û têkoşîna jiyaneke rast dide mirovan. Ji ber ku tevlî PKK'ê bûme, ez xwe gelekî bi şens dibînim. Bang li hemû ciwanan dikim ku tevlî refên PKK'ê bibin û li dijî her şêwe neheqiyê têbikoşin. Bi taybetî jî divê jin tevlî refên YJA Starê bibin. Jin ancax bi vî rengî dikarin hişmendiya zayendî fêm bikin û têkoşîna azadiyê bimeşînin."