Heyeta Îmraliyê: Dewletê li Agiriyê agirbest binpê kir
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku operasyona leşkerî ya li Agirî ji berê ve hatiye plankirin û destnîşan kir ku agirbest ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin.
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku operasyona leşkerî ya li Agirî ji berê ve hatiye plankirin û destnîşan kir ku agirbest ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin.
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku operasyona leşkerî ya li Agirî ji berê ve hatiye plankirin û destnîşan kir ku agirbest ji aliyê dewletê ve hatiye binpêkirin. Heyetê got, "Bûyera dawî û rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê careke din nîşan dane Desteya Çavdêriyê ya em gelekî girîng dibînin çiqasî jiyanî ye."
Heyeta Îmraliyê, piştî lêkolînên xwe yên li ser provokasyona 11'ê Nîsanê ya li Agirî, raporek aşkera kir.
Heyet wê rapora xwe pêşkêşî rayedarên dewletê û Abdullah Ocalan bike.
Heyeta Îmraliyê diyar kir ku li nêzî gundê Tutek a Jorîn, 2 kesên ji bo Festîvala Çandina Daran pankartê li platformê daliqîne danê sibehê çûn, rastî êrîşa leşkeran hatin û destnîşan kir ku di êrîşa mijara gotinê de Hevserokê berê yê Rêxistina DBP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest daye, rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga bi giranî birîndar bûye.
Di raporê de hat ragihandin ku çûyîna gel ji bo herêmê bi biryara walîtiyê re ji aliyê leşkeran ve hatiye astengkirin û hat gotin, "Komên ji gelê sivîl ku di nav de rêveberên DBP û HDP'ê jî hebûn bihîstin ku operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û tevî hemû astengiyan jî ji rêyên cuda xwe gihandine qada festîvalê.
Komên ji gelê sivîl ên çûn herêma bûyerê, Cezmî Bûdak ê jiyana xwe ji dest da, Cenab Îlboga yê birîndar û leşkerên birîndar bi xwe ji çiyê daxistin jêrê, ew gihandin nexweşxaneyê û bi vî rengî birîndarên ji mirinê re hatibûn terikandin rizgar kirine. Wêne û dîmenên li ser vê mijarê di navgînên ragihandin û çapemeniyê yên nivîskî û dîtbarî de jî cih girtine."
Heyeta Îmraliyê da zanîn ku leşkeran di şeva 10'ê Nîsanê de li herêma nêzî qada festîvalê, bi hinceta ku PKK'yî li herêmê ne dest bi operasyonê kirine û rê li ber pevçûnan vekirine. Heyetê got, "Di pevçûnên ku roja din jî dewam kirin de PKK'yiyekî jiyana xwe ji dest dan, gelek leşker jî birîndar bûn."
'GEL HÎNÊ NEÇÛBÛ QADA FESTÎVALÊ, PEVÇÛNÊ DESTPÊ KIR'
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku daxuyaniyên Serokkomar û rayedarên hikûmetê yên digotin, 'PKK'yiyan ji bo hilbijartinê zexta dengan kirine' dûrî rastiyane û got, "Ji ber ku pevçûn, berî gel biçe qada festîvalê destpê kir. Ji xwe çûyîna gel a herêmê hatiye astengkirin. Îdîaya 'propaganda rêxistinê' li gelê neçûye cihê festîvalê, bê bingeh û bê esil in."
Heyeta Îmraliyê diyar kir ku wan tespît kirine ku amadekariya operasyonê çend roj berê hatiye kirin û ev xal destnîşan kir: "Detayeke din a ku di diyalogên me de aşkera bû bi vî rengî ye: Ji aliyê me re hatiye ragihandin ku çend roj beriya festîvalê yekîneyên leşkerî li gundên cerdevanan ên li nêzî qada festîvalê hatine bicihkirin û leşker di ser gundên cerdevanan re derbasî herêma operasyonê bûne. Lewma diyare ku amadekariya operasyonê çend roj berê hatiye kirin."
Heyeta Îmraliyê destnîşan kir ku agirbest bi awayekî vekirî hatiye binpêkirin û got, "Bûyera dawî û rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê careke din nîşan dane Desteya Çavdêriyê ya em gelekî girîng dibînin çiqasî jiyanî ye."
'PÊWENDIYA XWE BI PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ RE HEYE'
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku operasyona li Agirî pêwendiya xwe bi pêvajoya hilbijartinê re heye û di rapora xwe de ev yek ragihandin: "Birêz Serokkomar, birêz Serokwezîr û rayedarên hikûmetê heman piştî bûyera Agirî HDP hedef girtin. Ev yek, der barê piştperdeya vê operasyonê de hin agahiyan dide. Bi bûyera li Agirî re aşkera bû ku di çarçoveya pêşîgirtina li pêşketina HDP'ê û hiştina li binê bendê de, hin provokasyon xistine dewrê."
Heyeta Îmraliyê ragihand ku helwesta Waliyê Agiriyê zemîn ji provokasyonê re amade kiriye û destnîşan kir ku hikûmeta ku bi Paketa Ewlekariya Hundir re qada demokratîk bi sînor kir û pêşî li vîna demokratîk a gel girt, ji van hemû neyînî û windahiyan berpirsyar e.
Di rapora Heyeta Îmraliyê ya li ser Agiriyê de herî dawî ev daxwaz hatin kirin:
"Pêvajoya aştî û muzakereyê bi qasî ku ji hilbijartinan re neyê qurbankirin, pêvajoyeke bi qîmet e. Ji bo rêveçûna pêvajoyê bi awayekî selametî, divê pêşî li provokasyonên bi vî rengî were girtin, hemû bûyerên agirbestê binpê dikin û bûne sedema mirina sivîlan ji her alî ve werin lêpirsîn û di serî de Waliyê Agirî hemû berpirsyar werin aşkerakirin.
Em careke din bang li Birêz Serokwezîr, endamên Desteya Çareseriyê, rayedarên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û hemû derdorên hestyar dikin ku biçin herêmê, bûyerê li cih lêkolîn bikin, li şahidan û gelê sivîl guhdarî bikin û dûre pêvajoyên hiqûqî û îdarî bidin destpêkirin. Divê hikûmet tavilê dest ji helwest û pêkanînên agirbestê binpê dikin berde û berpirsyariyên pêvajoya çareseriyê bicih bîne."