Civaka Îslamî ya Kurdistanê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku civaka Êzidî bi awayekî dilşikestî û xemgînî cejna xwe Çarşema Sor pêşwazî dike û bibîr xist ku Êzidî ji ber netewebûna Kurd û ola xwe ya Êzidiyatiyê, li gelek fermanên bê wijdan rast hatine.
Civaka Îslamî ragihand ku j ber dagirkerên Kurdistanê xwe bi navê ola Îslamê bi nav dike, ev komkujî û qirkirin jî bi navê ola Îslamê kirine û destnîşan kir, ku ti eleqeya van xwînxwaran bi ola Îslamê re nîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di ola Îslamê de kuştina mirovan guneha herî mezin e û hat gotin ku ol, çîn û netewe çi dibe bila bibe mafê her kesî yê jiyanê heye û kuştina mirovan heram e.
Di daxuyaniyê de li ser pîrozmendiya jiyana mirovan ev mînak ji Qûranê tê dayîn:
"Xweda wiha di Qûrana pîroz de ferman dike: „Kî mirovekî bikuje wek mirovahî kuştiye“ (Alî Îmran32)
Bi sed hezaran gelê me yê Ezidî ji ber ola xwe hatine kuştin, ev li gorî Qûranê heram e. Li ser navê ol kuştina însanan heram e. Dîsa Xwedê di ayeteke din de wiha ferman dike: „Di ol de pejirandina bi zorê nîne.“ ( Beqere 256)
„Ola we ji we re ya min jî ji min re“ ( Kafirun 6)"
Civaka Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku ji van ayetên Qûranê tê zanîn kuş kuştin û zora bi navê Îslamê qedexe ye û hemû komkujiyên bi serê civata Êzidî de hatine û ya herî dawî komkujiya li Şengalê bi tundî şermezar kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê got, "Em cejna wan a Çarşema Sor pîroz dikin û ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku dawî li vê zilma li ser birayên me yên Ezidî were û em bi hev re li ser axa pîroz a Kurdistanê cejnên xwe pîroz bikin.
Bi heviya wek hevî û azadiyê cejna gelê me pîroz be."