Dêrsim: Divê PDK dest ji pêkanînên xwe berde
Yek ji nûnerên TEVDA’yê Mûnzûr Dêrsim polîtîkayên PDK’ê yên li hember Êzidiyan rexne kir û got ku divê hikûmeta PDK û saziyên girêdayî wê dest ji van polîtîkayan berde.
Yek ji nûnerên TEVDA’yê Mûnzûr Dêrsim polîtîkayên PDK’ê yên li hember Êzidiyan rexne kir û got ku divê hikûmeta PDK û saziyên girêdayî wê dest ji van polîtîkayan berde.
Li hemberî polîtîkayên PDK’ê yên li dij Êzidiyan, nerazîbûn zêde dibin. Yek ji nûnerên TEVDA’yê Mûnzûr Dêrsim polîtîkayên PDK’ê yên li hember Êzidiyan rexne kir û got ku divê hikûmeta PDK û saziyên girêdayî wê dest ji van polîtîkayan berde.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiribûn û ketibûn nava hewldana komkujiya Êzidiyan. PDK'ya gel neparastibû û Şengal terk kiribû û her wiha ji ber polîtîkayên xwe yên li hember Êzidiyan rastî nerazîbanan tê. Nûnerê TEVDA’yê Mûnzûr Dêrsim polîtîkayên PDK’ê rexne kir û diyar kir ku polîtîkayên PDK li hember gelê Êzidî, ciwanên Êzidî û dibistanên li çiyayê Şengalê ji bo zarokên Êzidî hatine vekirin, ji Yekîtiya Êzidî û Kurdistanê re xizmetê nake.
Dêrsim bi lêv kir ku komkujiya 3’ê Tebaxê ji 72 komkujiyên ku Êzidiyan jiyan, gelek cuda ye û got: “Di 3’ê Tebaxê de gelê Êzidî tenê hat hiştin û hat xwestin ku bên tinekirin. Bi taybet jî ji ber tedbîrên vê komkujiyê nehatin girtin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran keç hatin revandin û bi hezaran jî koçber bûn. Şengala ku di sala 2003’an de ket bin kontrola hikûmeta PDK’ê, li wê herêmê polîtîkayeke berjewendiyê hat meşandin. Bi van polîtîkayan re PDK ya ku bi awayekî fermî parastina gel esas girt, di rastiyê de dixwest îradeya gelê Êzidî yên bi hezaran salan e di nava berxwedanê ye, teslîm bigire. Polîtîka ji sala 2003’an heta 3’ê Tebaxa 2014’an berdewam kir. Di vê demê de PDK’ê ji gelê Êzidî re maeş girê da, bêîradebûn esas girt. Bi polîtîkayên wisa gel çewisand. Ev polîtîka bûn sedema komkujiya 3’ê Tebaxê. Gelê me bi vê komkujiyê re li çiyayan tî û birçî ma. Gelê me ji malên xwe derketin çiyayan. Bi hezaran neçar man koçberê welatên din bibin. PDK bi van polîtîkayên xwe bû parçeyek kujeran. Li dijî DAIŞ’ê bê deng man, parastina Êzidiyan nekirin û bûn yek ji parçeyên kujeran.”
PDK ÊRÎŞÎ ÎRADEYA GELÊ ME DIKE
Dêrsim destnîşan kir ku piştî komkujiyê jî di polîtîkayên PDK’ê ya li hember Êzidiyan guhertinek çênebûye û PDK ji berxwedana Êzidiyan a li Çiyayê Şengalê nerehet bûye.
Dêrsim wiha berdewam kir: “PDK hîna jî ji îradeya gel nerehete. Ji meclîsên gel yên Êzidiyan, ji Meclîsa Avakirina Êzidî, YBŞ, YPJ-Şengal û dibistanê ji bo zarokan hatine vekirin, nerehetin. Yanî bi dehan carî nîşan daye ku îradeya gel nas nake. Di dema avakirina Meclîsa Avakirin Şengalê de nerehetiya xwe anîbû ziman. Gotibû ku wê vê meclîsê qebûl neke û nerehetiya xwe di her carê de anîbû ziman. Bi vê jî sînor nema û ji bo pêşî li beşdarbûna ciwanan a YBŞ û YPJ-Şengalê bigire, ciwanan digirin. PDK ya ku bi van polîtîkayan dixwaze gelê Êzidî bê îrade bihêle herî dawî dibistanên bo zarokên Êzidî ji aliyê Meclîsa Avakirina Êzidî û TEVDA li Çiyayê Şengalê hat avakirin jî nas nekirin û got ku ew li dijî wê ne.”
DIVÊ GELÊ ME NEYÊN LÎSTIKÊN PDK’Ê
Dêrsim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku PDK’ê piştî komkujiyê li aliyekî êrîşî avabûnên xweser yên gelê Êzidî kiriye û li aliyê din jî bi pêkanînên wekê maeş û tiştên din hewl da gel bê îrade bihêle û wiha pêde çû: “Bi van pêkanînan hewl da çavên gelê Êzidî tijî bike. Divê gelê Êzidî jî bi van polîtîkayan bawer neke. Piştî komkujiyê gel di alî aborî û manewî de hewcedarê her tiştî ye. PDK’ê jî ev wek derfet dît, ji ber rola ku di komkujiyê de lîst û rastî bertekan hat, xwest bi van tiştên aboriyê nerm bike. PDK'ya ku bi vê sînor nema û ev rewşa gel wek derfet dît, dîsa bê îradekirina gelê Êzidî esas girt. Di vê çarçoveyê de ji bo hinek kesan, çek, cebilxane, xurek, kon û pere da û xwest bikişîne cem xwe. Bêguman hinek kes jî kişandin cem xwe. Divê gelê me li dij van polîtîkayan serî netewîne. Divê xwe rêxistin bikin û rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin. Divê piştgiriyê bidin Meclîsên Avakirinê yên Êzidiyan. Divê piştgiriyê bidin perwerdeya zarokan. Ji ber gelê bê perwerde, dikare îradeya wan teslîm bên girtin. Divê gelê me xwedî li îradeya xwe derkevin.”
ÇARŞEMA SOR ROJBÛNA MIROVAHIYÊ YE
Dêrsim Cejna Çarşema Sor a gelê Êzidî jî pîroz kir û diyar kir ku bila ev cejn ji gelê Êzidî, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re azadiyê bîne û wiha got: “ Êzidî tevî hemû şert û mercên zehmet ji baweriya xwe dest bernedan. Her tim bi baweriya xwe jiyan. Ji vir şûn ve jî wê wisa bikin û cejna xwe wisa pîroz bikin. Gelê me vê cejnê tenê wek cejna olî nagirin dest, dîroka gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî eleqeder dike. Ji ber ku hilhatina gelê me û mirovahiyê digire dest. Ez careke din cejna Çarşema Sor li hemû gelê xwe pîroz dikim.”