Li Swêdê Komîteya Rojava û koman xebatên xwe zêde kirin

Komîteya Rojava ya li Stockholmê xebatên xwe yên ji bo piştgirîdayîna ji nû ve avakirina Kobanê û destekkirina Rojava zêde kir.

Komîteya Rojava ya li paytexta Swêd Stockholmê civînek lidar xist û xebatên xwe yên ji bo piştgirîdayîna Rojava zêde kir.

Ji nûnerên Kantona Rojava ya Ewropayê Sînem Muhammed beşdarî civînê bû û têkildarî geşedanên dawî yên Rojava de agahî dan.

Muhammed di axaftina xwe spasiyên xwe  ji bo komîte û kesên beşdarî civînê bûne kir û got ku ev 50 sal e ji pirsgirêkên Sûriyeyê re ti çareserî nehatiye.

BIHARA EREBEAN VEGUHERÎ ZIVISTANÊ

Muhammed diyar kir ku di dema bihara Ereban de hemû cîhan ketiye nava bendewariyeke wê demokrasî û mafê mirovan bê başkirin, lê mixabin Bihara Ereban veguherî zivistanê û got: “Ti pirsgirêk nehat çareserkirin. Herêm zêdetir bû gola xwînê, bi mîlyonan mirov ji xaka xwe bûn û bûn penaber.

Ev 4 sal in bê navber li Sûriyeyê şer didome û gelek bajarên Sûriyeyê hilweşiyan. Komên olperest xurt bûn. Di serî de xwestin gelê Kurd bikişînin nava bûyeran. Me bi rastî jî dixwest bihar û demokrasî bê Sûriyeyê. Ji bo vê me li Rojava dest bi xebatan kir. Bi gelê Sûryanî û Ereb yên li Rojava dijîn re, me lihev kir ku em pergaleke adîlane û wekhev ava bikin. Me hilbijartinên Rojava pêk anîn. Ev projeya ku ku gelan tîne gel hev, tevî ku pêşde çûye jî hîna gelek tiştên ku em bikin hene.”

HEDEFA ME SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK E

Muhammed bi lêv kir hedefa wan ev e ku li Sûriyeyê pergaleke gel karibe xwe bi xwe yanî pergalek demokratîk ava bikin û ew li aliyê avakirina Sûriyeyek demokratîk ku hemû gelan wek hev dibîne ne. Muhammed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Sûriyeyê gelên ji baweriyên cuda dijîn. Li welatekî wisa  wê DAIŞ çawa serdest be. Wê mirovên li wê herêmê dijîn çawa bike bin kontrola xwe. Li Sûriyeyê, Elewî, Êzidî, Asûrî-Suryanî dijîn. Ti kes tiştekî wisa qebûl nake.”

NEÇARE LI SÛRIYEYÊ BIÇIN GUHERÎNA PERGALÊ

Muhammed got ku piştî şerê Sûriyeyê destpê kiriye gelê Kurd ne li aliyê Esad û ne jî li aliyê Konseya Neteweya Sûriyeyê cih girtiye û wek hêza sêyem a alternatîf derketine û got: “Pirsgirêkên li Sûriyeyê ne ji kesan ji pergalê pêk tê. Ji ber vê tenê bi guhertina Esad pirsgirêk nayê çarserekirin. Divê li Sûriyeyê pergal bê guhertin.

Ji ber vê me pergaleke ku li hember gelên Ereb, Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çeçen û yên din rêzdar in û pergaleke ku mafên wan dikin bin ewlehiyê parast û me ev li Rojava kir jiyanê.”

ROJAVA DIKARE JI BO HEMÛ SÛRIYEYÊ  BIBE MODEL

Muhammed wiha berdewam kir: “Rojava dikare ji bo hemû Sûriyeyê bibe model. Em Sûriyeyek demokatîk a mafan dike bin ewlehiyê û her kes dikare xwe bi rê ve bibe, dixwazin.  Wê hemû gel û bawerî di vê rêveberiyê de cih bigirin. DAIŞ ku naxwaze hemû gel û bawerî ligel hev bijîn, li hember Rojava êrîşan pêk tînin. Ew tenê êrîşî Kurdan nakin. Êrîşî azadî û demokrasiyê dikin. Di 2012’an de El Nusrayê li Serêkaniyê dest bi êrîşê kir. Piştî ev derxistin, vê car DAIŞ’ê destpê kir. Mûsil girtin û piştre xurt bû. Çekên giran ên lraqê yên desteserkirin, li Kobanê bikar anîn. Lê Kobanê li ber xwe da.YPG-YPJ, pêşmerge û artêşa azad a Sûriyeyê bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kirin. 

Ji Ewropa û gelek welatên din kes hatin Kobanê û li dij DAIŞ’ê şer kirin. Ji bo parastina Kurdan hatin. Lê dizanibûn ku Kurd ji bo demokrasî û mafê mirovan têdikoşin. Kesên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Em li hember wan rêzdar in. Em serbilind in. Kobanê veguherî navendeke ku mafê mirovan diparêze. Navenda Kobanê hat azadkirin lê hîna 50 gund di bin dagirkirina DAIŞ’ê de ne. YPG û YPJ ji bo têkoşînek mezin didin. Navenda Kobanê wêran bû. Niha ji bo avakirina wê hewcedarî bi alîkariya gel heye. 60 hezar kesên ji Pirsûsê vegeriyan Kobanê di şertên zehmet de dijîn. Dibistan, nexweşxane, dermanxane û xaniyên wan wêran bûne.”

JI BO KONFERANSÊ BANG

Muhammed ji bo rojnameger Joakîm Medîn  ku ew jî beşdarî civînê bibû ji ber geşedanên Rojava ji raya giştî ya Swêd û cîhanê re ragihand spas kir û ji bo konfernasa avakirina Kobanê ya di 2-3’ê Gulanê de li Amedê pêk tê jî banga beşdarbûnê kir.
Muhammed têkildarî rewşa kantonên din ên Rojava de jî agahdarî kir û got ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, DAIŞ’ê êrîşî Til Temir û gundê Asûrî-Suryanî yên li Xabûrê kiriye, 280 kes revandine û pevçûna di navbera YPG û Hêzên Leşkerî ya Asûrî û DAIŞ’ê de didome. 

Ji Komeleya Mamosteyên Kurd û nivîskar Hakki Balta got ku ji bo zarokên Kobanê pirtûkên dibistana seretayî amade dkirine û  wê van pirtûkan bi hevkariya PYD’ê bişînin Rojava û her wiha daxwaz kir ku ew dixwazin di nava xebatên ji aliyê Komîteya Rojava tê meşandin de cih bigirin. 

JONAS: EM HEDEF DIKIN KU LI KOBANÊ NEXWEŞXANEYÊ VEKIN

Ciwanê bi navê Jonas jî diyar kir ew dixwzin li Kobanê nexweşxaneyekê ava bikin û got: “Ji bo vê me kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin. Her wiha me ji bo alîkariyan me serî li saziyan dan. Hevkariya me ya bi komîteya Rojava re karê me hêsantir kir. Em bi komên femînîst, dij-faşîst û sosyalîst re hevkariyê dikin.

Derhênerê fîlmê bi navê Andres jî got ku ew dixwaze xebatên vê projeyê biguherin belgefîlmekê.

BURKAY: EM Ê LI KOBANÊ DIBISTANÊ AVA BIKIN

Ji Komîteya Rojava Dîlan Burkay têkildarî xebatên ku di demek kurt de wê pêk bînin de axivî. Burkay da zanîn ku wê di 15’ê Gulanê de li Stockholmê armanca piştevaniya Rojava şevekê pêk bînin û dahata şevê wê ji bo avakirina Kabanê bikar bînin û got: “Ji bo avakirina dibistanekê ya li Kobanê me kampanya daye destpêkirin. Ji bo dahatan wê konser bên dayîn û bi kesan re bikevin nav têkiliyê. Berê ez û xwişka xwe û hevala xwe ji bo alîkariya Kobanê çûn Pirsûsê.  Me derman, cil û berg û xurek birin.
Li bajarên cuda yên Swêdê jî şevên piştevaniyê pêk hatin. Li bajarê Soderhamn  bernameyek hat organîzekirin û 200 kes beşdar bûn.

...