Ji Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniya Cejna Çarşema Sor

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor em dixwazin bêjin ku civata me ya Êzidî çiqasî xwe birêxistin bike, xwe bi rêve bibe wê bibe hêzek û bi pêşvebirina hêza parastina xaka xwe re wê jiyana xwe garantî bike."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê got, "Bi wesîleya Cejna Çarşema Sor em dixwazin bêjin ku civata me ya Êzidî çiqasî xwe birêxistin bike, xwe bi rêve bibe wê bibe hêzek û bi pêşvebirina hêza parastina xaka xwe re wê jiyana xwe garantî bike."

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku civata Êzidî di tevahiya rêveçûna dîrokê de li gelek komkujî û êrîşan rast hatiye û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî civata Êzidî nirxên xwe yên bingehîn parastine, gihandine roja îro û bûne parêzvanên qedîm ên çanda Kurd.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Cejna Çarşema Sor li gelê xwe yê Êzidî ku çand û baweriya berxwedêriyê ye, pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor ku nîşaneya avabûna gerdûnê û destpêka saleke nû ye, em hêvîdar in ku wê bibe wesîleya aştî, biratî, azadî û demokrasiyê ku hesreta gelên herêmê ye." Komîteyê ragihand ku Êzidiyên xwestine bi çand û baweriya xwe bijîn li gelek komkujiyan rast hatine, koçberî gelek deverên cîhanê hatine kirin û hatiye xwestin ku ji welat û cihên xwe yên pîroz bi temamî werin qutkirin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê da zanîn ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser rastiya Kurdistanê tên ferzkirin, herî zêde li hemberî civata Êzidî hatine meşandin û hatiye xwestin ku çand, bawerî û gelek ji dîrokê were birin. 

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi van pêkanînên zordar û qetlîamkar re xwestin, nirxên nasnameya çandî û baweriyê yên vê civata kevnare, ku çanda gelê me ye, ji holê were rakirin. Di encama van polîtîkayên li hemberî civata me ya Êzidî de, her çend xeterî û qirkirinên mezin rû da bin jî, bi nirxên xwe yên nasnameya çandî û baweriyê re li ber xwe daye û li ser piyan maye.

Hêzên talankar ên ji bilî baweriya xwe nikarin xwe li jiyana bawerî û çandeke cuda rabigirin, herî dawî careke din êrîşî Şengalê ku navenda baweriya civata me ya Êzidiye kirin û xwestin komkujiyeke mezin bikin. Mexdûrê herî mezin ê barbariya mejiyê neteweperest û olperest ê koma çete ya navneteweyî ya bi navê DAIŞ'ê, Êzidî ye û ev yek rasthatinek nîne. Ev çeteyên dijminê dîrok, bawerî, çand, jin û xwezayê ne, li ku derê tiştek li ser navê mirovahiyê hebe, êrîşî wir dikin. Li hemberî van êrîşên ku cihê xwe di ti nirxên mirovahî û baweriyê de nînin, gelê me yê Êzidî li komkujiyeke mezin rast hat. Sedemeke din a rasthatina li vê komkujiyê jî bêrêxistinî û bêparastin hiştina civata me ya Êzidî ye.

Komkujiya dawî ya Şengalê careke din nîşanî me da ku rastiya gelekî rêxistinbûyî û xwedî parastin dikare nirxên xwe, çanda xwe, bawerî û hebûna xwe biparêze. Van êşan nîşan dane ku rêyeke din nîne. Lewma bi wesîleya Cejna Çarşema Sor em dixwazin bêjin ku civata me ya Êzidî çiqasî xwe birêxistin bike, xwe bi rêve bibe wê bibe hêzek û bi pêşvebirina hêza parastina xaka xwe re wê jiyana xwe garantî bike."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger gelekî bi komkujiyan re rû bi rû maye li benda dewlet an jî derdoreke cuda bisekine ku çand û baweriya wan biparêze, ev yek wê rê li ber komkujiyên nû veke û hat gotin, "Li hemberî komkujiya dawî ya Şengalê ku ciwanên Êzidî hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, tevahiya cîhan bêdeng ma û bû temaşevan. Di roja îro de ji aliyê gerîlayên me yên azadiya Kurdistanê û şervanan ve ji bo civata me ya Êzidî di serî de li Şengalê li gelek deveran hêzeke diyar a parastinê hatiye avakirin. YBŞ navê vê hêza parastinê û rêxistinbûyînê ye. Tevî van gavên hatine avêtin jî xeteriya qirkirinê ya li hemberî civata me ya Êzidî hînê bi temamî ji holê ranebûye. Bi taybetî qirkirina çandî ku qirkirina herî xetere ye, ji bo Êzidiyên ji cih û warên xwe yên pîroz bûne, veguheriye xeteriyeke mezin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo jiyaneke azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi ziman, çand, bawerî û nirxên xwe yên jiyanê, heta roja îro têkoşîneke bê eman meşandiye û hînê dimeşîne û hat gotin, "Civata me ya Êzidî ji destpêkê ve xwedî li vê têkoşînê derketiye û tevlî têkoşînê bûey. Di vê têkoşînê de di serî de Binevş Agal, gelek ciwanên leheng ên weke yek ji pêşengên berxwedana Şengalê Berxwedan Tolhildan, şehîd hatine dayîn. Bi xwedîderketina li van nirxand re, di çarçoveya nêrînên Rêber Apo de, heta civata me ya Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê azad bibe, wê bi pêşengiya PKK'ê têkoşîn dewam bike. Civata me ya Êzidî wê ji niha û pê ve bêhtir bi xurtî û rêxistinbûyî cihê xwe di vê têkoşînê de bigire.

Li Rojhilata Navîn hemû cejn weke rojên nîşaneya aştî, biratî, xêr û bêrê tên zanîn û bi wî rengî tên pîrozkirin. Di vê demê de pêwîstiya mirovahiyê herî zêde bi ji nû ve jîndarkirina van nîşaneyan heye. Em hêvîdar in ku Cejna Çarşema Sor wê bibe wesîle ji ji nû ve jîndarkirina van nirxan re û careke din em cejnê li civata xwe ya Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin."