KNK’ê Cejna Çarşema Sor bi daxuyaniyekê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û di serî de li civata Êzidî, li gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê pîroz kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û di serî de li civata Êzidî, li gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê pîroz kir.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Cejna Çarşema Sor li civata Êzidî, gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê pîroz kir û got: “Ev roj Çarşeme, ÇARŞEMA SOR E, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Ezidî, xwedî wateyek olî û dîrokî ye. Ola Êzidî yek ji ola herî kevnare ya Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek olî, civakî û dîrokî ye.”
Konseya Rêveber a KNK’ê di berdewamiya axaftin xwe de da xuyakirin ku hêviya wan eve ku cejn, li gorî wateya, nirx û pîroziyên dîrokî, olî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.
Di berdewamiya daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin: “Em cejna Çarşema Sor ya îsal di nav xemgîniyê da pêşwazî dikin. Karesata li ser gelê me yê li Şengalê hatî, nayê ji bîrkirin. Ew karesat heta niha jî berdewame. Hîna nîvê Şengalê di bin dagirkeriya hêza hov ya DAIŞ’ê deye. Hîna gelek mirovên me di deste wan da dîlin. Hîna piraniya gelê me yê Şengalê koçber in. Li hember vê hêza hov ya DAIŞ’ê berxwedana hêzên me jî berdewame û em bawer dikin ku demekî nêz de mizgîniya serketinê bidin me.”
KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û berdewam kir: “Li Rojava Şoreşa Gel heye, li Rojava û Başûr şerê li dijê DAIŞ’ê berdewame, li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriya demokratîk heye. Dijminên gelê kurd, di heman demê de dijminên civakên cûda û gelên li herêmê teva ne. Dijmin, di têkbirin, rûxandin, wêranî, qirkirina fizikî û çandî de sinoran nasnake. Di heman demê de gelan, civakan jî ji hev cûda nake. Ji ber vê çendê, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê teva, xwedî kîjan baweriyê bin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya pêşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.”
KNK’ê wiha dawî li dxuyaniya xwe anî: “Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK cejna Çarşema Sor li civaka Êzdî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”