KCD'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Hevserokên KCD'ê bi daxuyaniyekê, Cejna Çarşema Sor li civata Êzidî pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurd kirin ku piştgiriyê bide civata Êzidî.

Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin û gotin, "Em Çarşema Sor ku nirxê bingehîn ê jiyan, yekîtî û hebûna civata me ya Êzidî ye, bi hev re pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kiaşndin ser terora DAIŞ'ê ya li Şengalê û trajediya Kurdên Êzidî pê re rû bi rû mane û gotin, "Civata me ya Êzidî tevî hemû zext, zilm, sirgûn, komkujî û qirkirinan, yekîtî û hebûna xwe bi hezaran salan partiye û aniye roja îro. Çavkaniya vê çanda berxwedanê Çarşema Sor e.

Çarşema Sor, ji bo afirandina hişmendiya hebûn, azadî û yekîtiya civata me ya Êzidî û xwegirtina li jiyanê, yek ji nirxên sereke yê çandî-bawerî ye.

Em dizanin ku Çarşema Sor, di avabûna hişmendiya neteweya demokratîk-civaka demokratîk a li Kurdistanê de, nirxekî me yê gelekî girîng e. 

Garantiya bingehîn a jiyana bi hev re di nava aştî, yekîtî û xweşbîniyê ya hemû çand, bawerî û gelên li Kurdistanê bi bicihanîna paradîgmaya neteweya demokratîk-civaka demokratîk dibe.

Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Çarşema Sor li tevahiya civata xwe ya Êzidî pîroz dikin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi civata me ya Êzidî re di nava piştevaniyê de bin."