KCK: Em komkujiya Enfalê bi nefret lanet dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya Enfalê ya beriya 27 salan li Başûrê Kurdistanê hat kirin bi nefret lanet kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya Enfalê ya beriya 27 salan li Başûrê Kurdistanê hat kirin bi nefret lanet kir. KCK'ê got, "Êşên komkujî, qirkirin û ENFAL'ên li çar parçeyên Kurdistanê rû dan, îro bi tacîdarkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê re tên kêmkirin. Bersiva herî mezin a li şehîdan, wê afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk be."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya Enfalê ya ku dewleta mêtînger a Iraqê beriya 27 salan li Başûrê Kurdistanê pêk anî bi nefret lanet kir û bi deh hezaran cangoriyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr anî. KCK'ê got, "Em soz didin ku em ê bîranîna şehîdan, bi parastina hebûn, azadî û destketiyên gelê xwe re, bidin jiyîn."

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Dewletên ku Kurdistan xistine bin mêtîngeriya xwe, polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî û civakî yên li hemberî gelê Kurd, bi desteka ji hêzên hegemonîk ên navneteweyî re, pêk anîne" ev xal destnîşan kir:

"Kurdan li hemberî van polîtîkayên zalimane, li çar parçeyên Kurdistanê her tim li ber xwe dane. Lê belê dewletên mêtînger, bi cesareta ji hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyên xwe yên qirêj di ser hemû nirxên mirovahiyê de dibînin wergirtî re, li hemberî gelê Kurd qirkirineke bê merhamet meşandine. Bi van rê û rêbazan bê merhamet re xwestine Kurdan ji hêzê bixînin û tine bikin. Ev polîtîka û pêkanîn ne tenê yên dewletê ne, ji aliyê hemû hêzên mêtînger ên qirkirina çandî dimeşînin ve di sedsala 20'an de li hemû parçeyan bi şêweyên cuda hatine meşandin. Ev pêkanînên qirkirinê ku encama zîhniyeta netewe-dewlet a modernîteya kapîtalîst in, ji aliyê hêzên navneteweyî ve hema bêjin normal hatine dîtin û bi rexne û nerazîbûnên bêbandor ser hatiye girtin.

ENFAL'a li Başûrê Kurdistanê bi serê Kurdan de hat û nîşannedana nerazîbûneke cidî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, kurteberiya nêzîkatî û polîtîkaya di sedsala 20'an de li hemberî Kurdan hatiye birêvebirin e. Bi ser sîstema di sedsala 20'an de li Lozanê hat avakirin re, hemû mêtîngeran, şikandina vîna Kurdan û qirkirina wan ji xwe re weke mafekî dîtine Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê li heman pêkanînên qirkirinê rast hatiye. Ev hemû pêkanîn ji bo şikandina vîna Kurdan û qirkirina wan hatine kirin. Li aliyê din ev pêkanîn bûye yek ji sedemên herî girîng ku Kurd dost û dijminê xwe nas bike û xwe zane bike. Ji ber vê yekê, Himendiya neteweyî ya Kurdan, tecrûbeya têkoşîna polîtîk, di her şert û mercî de kapasîteya Kurdan çareserkirina pirsgirêkan, gelekî xurt bûye. Weke mînaka; birîna nekuje bi hêz dike, Kurd li pêşberî van êrîşan îro mîna pola xurt bûne û ketine rewşeke têk naçin. Eger îro gerîlayên Kurdistanê îro li çar parçeyên Kurdistanê vîneke têk naçe nîşan didin û têdikoş in, sedema herî girîng a vê yekê, hêrsa li hemberî zilma li gelê Kurd hatiye kirin û biryardariya ji bo ewlekirina hebûna neteweyî li ser bingeha demokrasî û azadiyê ye."

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Êşên komkujî, qirkirin û ENFAL'ên li çar parçeyên Kurdistanê rû dan, îro bi tacîdarkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê re tên kêmkirin. Bersiva herî mezin a li şehîdan, wê afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk be. Gelê Kurd di rewşeke ku gelekî nêzî hesret û armancên xwe ye. Em hemû şehîdên xwe yên ku ev afirandine careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin."