KCK'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
KCK'ê Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku civata me ya Êzidî wê vê cejnê bike sedema pêkanîna jiyana azad û demokratîk û bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bike."
KCK'ê Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku civata me ya Êzidî wê vê cejnê bike sedema pêkanîna jiyana azad û demokratîk û bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bike."
KCK'ê Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kir û got, "Em bi hêvî ne ku civata me ya Êzidî wê vê cejnê bike sedema pêkanîna jiyana azad û demokratîk û bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bike."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî re Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kir.
KCK'ê diyar kir ku civata Êzidî, cejna Çarşema Sor a bi berxwedaneke mezin pêşwazî dike, di nava rûmeteke mezin de bi biryardariya pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk re pîroz dike û got, "Weke tevger em Cejna Çarşema Sor li tevahiya gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û bi hêvî ne ku gelê me yê Êzidî wê vê cejnê bike sedema pêkanîna jiyana azad û demokratîk û bi vî rengî têkoşînê xurt bike."
KCK'ê da xuyakirin ku Êzidî di nava civat û gelên Rojhilta Navîn de yê herî zêde li zilmê rast hatiye û êş kişandiye ye û got, "Rabûna 73 fermanan bi xwe jî nîşan dide ku gelê me yê Êzidî di tevahiya rêveçûna dîrokê de çi kişandiye. Bê guman tevî gelek sedemên rûdana van êşan, tevahiya gelên Rojhilata Navîn ê xwedî li Êzidiyan derneketin, wezîfe û berpirsyariyên xwe bicih neanîn, di kişandina van êşan de di astekê de berpirsyar in. Xwedîderketina li Êzidiyatiyê ku kevintirîn baweriya dîrokê ye, tê wateya xwedîderketina li çanda bingehîn a Rojhilata Navîn, lewma xwedîderketina li xwe bi xwe. Bawerî û çanda gelê me yê Êzidî, mîrateyeke ji gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê re hatiye hiştin e. Rêber Apo û tevgera me ya Azadiyê bi vî rengî nêzî civata Êzidî bûne, xwedîderketina li Êzidiyan weke xwedîderketina li Kurdayetiyê û tevahiya mirovahiyê dîtine. Bi hişmendiya 'Kurdekî xwedî li Êzidiyan dernekeve nikare xwedî li xwe jî derkeve' ewlekirina hebûn û azadiya Êzidiyan weke nirxê herî bingehîn ê neteweyî, demokratîk û azadîparêziyê dîtine. Ji ber vê yekê, di serî de Kurdên Sûnî û Elewî, xwedîderketina li Êzidiyan berpirsyariya bingehîn a demokratîk û neteweyî ya hemû Kurdan e. Kurdên Elewî û Sûnî yên xwedî li Êzidiyan dernakevin, nikarin xwedî li xwe jî derkevin. Tevgera me ya azadiyê bi vê hişmendiyê re, berdêla wê çi dibe bila bibe biryara berxwedana li dijî qirkirina li Şengalê daye û di cih de dest li qirkirinê werdaye. Ji bo tevgera me ya azadiyê azadiya Şengalê û hebûna gelê me yê Êzidî di roja îro de pirsgirêka rûmet û namûsa neteweyî ye."
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi van gotinan bi dawî bû:
"Bêguman hemû cejnên neteweyî rojên tezekirina hişmendiyê û xurtkirina hebûnê ne. Çarşema Sor jî cejneke ku pêwîste di vê karakterê de were pîrozkirin e. Ev cejn êdî wê weke rojên nirxandina bûyerên di tevahiya dîrokê de bi serê Êzidiyan de hatine, nîqaşkirina rê û rêbazên pêkanîna azadî û hebûna baweriyê werin pêşwazîkirin û pîrozkirin. Çawa ku Kurd Newrozê weke kongreyeke neteweyî dijîn, divê Êzidî hemû jî Çarşema Sor bi ruh, moral û perspektîfeke bi heman rengî bijîn. Kurd çawa ku di Newrozê de hişmendî û rêveçûna sala li pêşiya xwe diyar dikin, divê Êzidî jî di Çarşema Sor de hişmendî û rêveçûna jiyana azad û demokratîk diyar bikin. Girîng e Çarşema Sor di jiyan û pêşeroja gelê me yê Êzidî de xwedî roleke bi vî rengî ya dîrokî be.
Li ser vê bingehê em Cejna Çarşema Sor bi van hestan li tevahiya gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û bawer dikin ku bi têkoşîna tê dayîn re wê Çarşema Sor a 2016'an wê li Êzidîxana azad û demokratîk were pîrozkirin."