KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di kongreyên NCDK de peyama 7'ê Hezîranê
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Strasboûrg, Hanaû û Leverkûsenê kongreyên xwe lidar xistin. -
Şaredarê berê yê Bêgirê Çelîk jiyana xwe ji dest da
Şaredarê berê yê Bêgirê Îzzet Çelîk, li nexweşiya Guven a Enqereyê ku dihat dermankirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. -
Li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar
Di operasyonên YPG/YPJ'ê de hat ragihandin ku li rojhilatê Kobanê 2 gund, 2 gir û 3 navendên hûrkirina keviran hatine rizgarkirin. Li gundê Minîfê Avî yê li başûrrojhilat jî pevçûnên dijwar diqewimin. -
KODAR'ê Herdem Urmiye bibîr anî - HAT NÛKIRIN
KODAR'ê cangoriyê azadiyê Herdem Urmiye bibîr anî û diyar kir pergaleke mîna rejîma Îranê ya kuştin, darvekirin, îşkence, şikandina îrade û teslîmgirtinê li ser ciwanên Kurd ferz dike, bi têkoşîna Herdem Urmiye û bi sedan rêhevalên wî hatiye şikandin -
Şitlê daran li gundên Sûrê tên çandin
Di çarçoveya kampanya "çandina şitlê daran" de Şaredariya Sûrê 1.500 şitil çand. -
Polîsan zext li Îlboga kirin ku îfadeyeke derew bide
Hat ragihandin ku polîsan zext li Cenap Îlboga yê li Çiyayê Tendurekê bi guleyên leşkeran birîndar bû kirine ku îfadeya "min li hemberî leşkeran şer kir" bide. -
NCDK ên Osnabruck û Peine kongreyên xwe lidar xistin
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Peine, Navendaên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin. Di kongreyan de xebatên dema bihurî hatin nirxandin û endamên nû yên meclîsê û hevserok hatin hilbijartin. -
Li Baselê coşa kongreyê
Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreya ku bi coşeke mezin aht lidarxistin de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hilbijêrên li Ewropayê wê roleke diyarker bilîzin. -
NCDK-Koln kongreya xwe ya duyemîn lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê, 2. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de meclîsa nû û hevserok hatin hilbijartin. -
Mamosteya ku rizgarî li nava gerîla dît
Mamoste Gulan Amara a tevlî nava refên gerîla bû destnîşan kir, ku ji ber şensê jiyanê di nava sîstemê de nîne weke jineke Kurd wê berê xwe daye çiyê. -
YXK'ê kongreya xwe ya dema navberê lidar xist
YXK'ê, kongreya xwe ya dema navberê di 11-12'ê Nîsanê de pêk anî. Di kongreya li bajarê Elmanya Bîelefeldê de 60 ciwan amade bûn. -
Serketina Kobanê DAIŞ'ê parçe dike
Rêxistina çete DAIŞ'ê ku bi rêbazên xwe yên barbar re tirs û xof xist nava dilê gelên Rojhilata Navîn, tê gotin ku ji ber darbeya mezin a li Kobanê xwar, di nava xwe de bûye çend parçe. -
Li Şemzînan operasyon û pevçûn
Di navbera leşkerên artêşa Tirk ên ku li bejahiya Navberojan a navçeya Şemzînanê dest bi operasyonê kiribûn û gerîlayan de pevçûn rû da. Tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike. -
Li Tetwanê ji bo ‘şehîdên şoreşê’ şitil hatin çandin
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo bîranîna ‘Şehîdên Tetwanê’ ji aliyê Meclîsa Jinan a Tetwanê ve dar hatin çandin. -
Di civîna danasîna namzetên HDP’ê de hêrsa li dijî provakasyonan
Li Amedê ji bo danasîna namzetên bajêr ên HDP’ê meşek hate lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û nerazîbûnên tund nîşanî provokasyona li Agiriyê pêk hat dan. -
Artêşa Tirk bi obus û hewanan êrîş kir
Artêşa Tirk ji Girtê Mamreş ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê deverên Şehîd Ronahî, Girê Mêrgê û herêmên derdorê bi obus û hewanan topbaran kir. -
Li Bazîdê liv û tevgera leşkerî
Piştî pevçûnên li Çiyayê Tendurekê di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de qewimî, helîkopterên leşkerî ji Bazîdê ber bi Giyadînê ve bi rê ketin. -
Namzetên HDP'ê li Bedlîsê bi coş hatin pêşwazîkirin
Li Bedlîsê namzetên HDP’ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin hembêzkirin. Bênavber dirûşmên, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. -
Demîrtaş: Divê Fermandariya Giştî û AKP hesabê provokasyona Agirî bidin
Demîrtaş di axaftina xwe ya li çalakiya hilbijartinê ya li Kadikoyê de destnîşan kir, ku bûyera li Agirî berevajî îdîaya Erdogan ne pevçûn e, operasyon û provokasyoneke ji berê ve hatiye amadekirin e. -
Yuksek û heyeta pê re çû herêma şer
Li dû merasîma cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek bi komeke qelebalix re çû herêma şer. -
KNK: Êrîş ji bo sabotekirina pêvajoyê ye
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Aşkera ye ku armanca van êrîşan sabotekirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê ye." -
Artêşa Tirk kemînan datîne pêşiya gundiyan
Artêşa Tirk, ji bo pêşî li gelê bazirganiya li ser sînor dike bigire, kemînan datîne pêşiya gundiyên Aşûtê. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên leşkerî û keşfê û êrîşên bi obus û hawanan zêde dibin. -
'Ji her êrîşê re wê bersiva pêwîst were dayîn'
Fermandariya Biryargeha NPG diyar kir ku operasyona li Çiyayê Tendurekê serdegirtineke nuqteyî ya ji berê ve ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatibû plankirin e û destnîşan kir ku her êrîş li ser bingeha xeta parastina rewa wê bersiva xwe bibîne. -
HPG: Artêşa Tirk li Tendurekê avêt ser nuqteyê
HPG'ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê, serdegirtineke nuqteyê bû, ku ji berê ve hatibû plankirin.