Di kongreyên NCDK de peyama 7'ê Hezîranê

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Strasboûrg, Hanaû û Leverkûsenê kongreyên xwe lidar xistin.

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Strasboûrg, Hanaû û Leverkûsenê kongreyên xwe lidar xistin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li kongreyê de destnîşan kir ku HDP bûye hêviya hemû derdoran û diyar kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Kartal ji her kesî xwest ku bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin. Rojnamevan Ferda Çetîn jî ragihand ku hilbijartin di asta referandûmê de girîng e û got, "Lewma serketina di vê hilbijartinê de, wê ne tenê serketina hilbijartinekê be."

STRASBOÛRG

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Fransa Strasboûrgê, kongreya xwe ya asayî lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwan hat hilbijartin û rojev hat diyarkirin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li kongreyê de anî ziman ku meşa azadiyê derketiye asta herî bilind û bi van gotinan bal kişand ser têkoşîna li Rojava tê dayîn:

"Têkoşîna azadiyê bi destketiyên xwe yên li Rojava re, ji kaosa li Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn re bûye modela çareseriyê. Berxwedana li dijî barbariya DAIŞ'ê bi taybetî jî berxwedana bi pêşengiya jinê, li gelemperiya cîhanê û Tirkiyeyê gelek derdorên dûrî tevgerê ne jî, ronî kiriye. Tevgerê nîşan da ku ne tenê tevgerek ji bo derdorekê ye, tevgera ji bo tevahiya mirovahiyê ye û pêşhukmên neyînî yên li hemberî me şikand."

'HDP WÊ HEVSENGIYÊN SIYASÎ BIGUHERÎNE'

Kartal di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên di 7'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê werin kirin û destnîşan kir ku HDP bûye hêviya gelek derdoran. Kartal diyar kir ku bi hebûna HDP'ê re careke din hatiye dîtin ku pêşdîtina stratejîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiqasî xurt e û anî ziman HDP veguherî hêzeke welê ku dikare siyaseta Tirkiyeyê diyar bike, hevsengiyên siyasî biguherîne û koordîne bike.

'BI RUHÊ SEFERBERIYÊ EM BIXEBITIN'

Kartal ragihand ku HDP ji bo neserketî be hikûmeta AKP'ê hemû derfetan bikar tîne û got, "Ev hilbijartin hilbijartineke stratejîk e û xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Eger em bi ser bikevin; destê Rêbertiyê wê xurt bibe, bi pêvajoya çareseriyê re em ê bibin aktorê herî girîng ê pêvajoya nû ya siyasî. Rêveçûna siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn wê biguhere. Bi destketiyên siyasî re wê rê çareseriyê têkoşîna azadiyê vebe. Li qada dîplomatîk deng vede, hemû saziyên Ewropayê wê neçar bimînin gelekî rêxistinbûyî, xwedî destketiyên siyasî û bi hêz, li ber çavan bigirin. Ji ber ku AKP dizane hêza wê biqedîne HDp ye, serî li her şêwe provokasyon, dek û dolaban dide. Bi kurtasî HDP ronahiyê, AKP jî tarîtiyê temsîl dike. Divê em bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin û hestyariyê biafirînin."

Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya Navendê Derya Hîz û Alî Yucel hatin hilbijartin.

HANAÛ

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Hanaû jî 2. kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Kongreya ku bi qasî 100 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Omer Koyûncûer ê axaftina vekirinê kir, ji gelê ku di xebatên wan de ew bi tenê nehişt re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Nûnerê NAV-DEM'ê jî di axaftina xwe de got, "Em gelê li sirgûnê dijîn, divê xwedî li çanda xwe derkevin. Civak bi çanda xwe heye. Hevalên ji bo dema nû ji meclîsê re werin hilbijartin divê giraniyê bidin xebatên têkiliyên derve. Di serî de saziyên Elman divê têkiliya me bi hemû saziyan re hebe."

Di encama hilbijartinê de Meclîsa ji 57 kesî ya ji komîsyonên kontrol, şopandin, dîsîplîn û maliyeyê hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiyê jî Kasim Karaca û Nûrhan Agît hatin hilbijartin.

LEVERKÛSEN

Li bajarê Elmanya Leverkûsenê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 2. kongreya xwe ya asayî bi beşdariya 80 delegeyî pêk anî. Di kongreya li salona civînê ya Dergaha Elewiyan de rojnamevan Ferda Çetîn axaftinek kir.

Çetîn diyar kir ku li Rojava du sîstem şer dikin û got, "Li aliyekî sîstema faşîstên olperest û dewletên yekparêz -yek netewe, yek mezheb, yek ziman-, li aliyê din jî sîstema demokratîk û pirrengî. Aliyek xwe dispêre hêzên din, aliyê din jî xwe dispêre hêza xwe ya cewherî. Artêşa Gel a sîstema demokratîk-pir rengiyê bi hêza xwe ya cewherî diparêze, qezenç kir. Em ê di Meclîsên xwe de sîstema Rojava mînak bigirin."

Çetîn anî ziman ku divê Meclîs mîna li Rojava pir reng be û Suryanî, Ermenî û Yahûdî tê de cih bigirin. Çetîn ragihand ku eleqeya ji bo Kurdan zêde bûye û girîng e ev eleqe bê birêxistinkirin û veguhere têkiliyên mayînde. Çetîn bal kişand ser girîngiya dîplomasiya gel.

'REFERANDÛMA SÎSTEMA PIR RENGÎ-PIR ALÎ'

Çetîn ragihand ku sedsala 20'an ji bo Kurdan gelekî bi pirsgirêk derbas bûye, lê belê di salên dawî de ji bo Kurdan gelek derfet derketine holê û got, "Êdî pirsgirêk ne pirsgirêka 'Kurd hene yan na'. Dewletên yekparêz dibêjin, 'Belê Kurd hene. Lê belê em ê wan bi rêve bibin'. Lê em dibêjin, 'Em ê xwe bi rêve bibin'. Hilbijartin wê bibe refandûma vê sîstema pir reng-pir alî. Ji ber vê yekê qezençkirina hilbijartinê bi tenê qezençkirina hilbijartinê nîne. Dengek dengek e."

Di kongreyê de ji bo Hevserokatiyê Fatma Kisikyol û Mehmet Can Nas hatin hilbijartin.