YXK'ê kongreya xwe ya dema navberê lidar xist

YXK'ê, kongreya xwe ya dema navberê di 11-12'ê Nîsanê de pêk anî. Di kongreya li bajarê Elmanya Bîelefeldê de 60 ciwan amade bûn.

YXK'ê, kongreya xwe ya dema navberê di 11-12'ê Nîsanê de pêk anî. Di kongreya li bajarê Elmanya Bîelefeldê de 60 ciwan amade bûn.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Elmanya Bîelefeldê, di navbera 11-12'ê Nîsanê de kongreya xwe ya dema navberê lidar xist. Kongreya bi beşdariya 60 ciwanî, bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanên li Ewropayê nivîsandibû re destpê kir.

Peyama Ocalan bi çepik û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bij can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hat pêşwazîkirin. Ciwanan dûre pêvajoya siyasî û sekna ciwanên xwendekar a di vê demê de bi berfirehî nîqaş kirin.

Hat destnîşankirin ku wê bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" û bi ruhê Şengal û Kobanê têkoşîn were xurtkirin û bi ruhê tevgera ciwanan a 68'an re li her qadên şoreşê mîsyona pêşengiyê bê kirin.

Di kongreya ku rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin û plansazî hat derxistin de, ciwanan govend gerandin. Di roja duyemîn de jî kongre bi panelên bi mijarên "Polîtîka Zanîngehê", "Enternasyonalîzm", "Perwerde" dewam kir. Di kongreyê de ku rapora YXK Jin jî hat xwendin, hat destnîşankirin ku divê xebatên YXK jin bên xurtkirin û di vî warî de pêngaveke mezin a rêxistinî were avêtin.

Ji bo dema pêş jî gotina "Di sosyalîzmê de israr di mirovbûyînê de israr e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke dirûşma bingehîn hat diyarkirin. Biryar hat dayîn ku li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê xebat werin birêxistinkirin û rêxistinbûyîneke ku ciwanên Kurd û xwendekarên sosyalîst şoreşger ên antî-faşîst bigire nava xwe, bê afirandin.