HDP'ê starta hilbijartinê ya li Stenbolê, bi kombûneke girseyî û bi coş a li Kadikoyê da. Namzetê HDP'ê yê Stenbolê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vê kombûnê axivî û destnîşan kir ku bûyerên li Agiriyê berevajî îdîaya Erdogan ne pevçûn e, provokasyon û operasyoneke ji berê ve hatiye plankirin e. Demîrtaş got, "Fermandariya Giştî, AKP û yên ev provokasyon amade kirine divê hesabê vê bidin. Hevalên me yên ku çûne leşkerên birîndar ji qada şer derxînin, ji aliyê helîkopterê ve hatine gulereşandin. Leşkerek, hevalekî me yê HDP'yî û gerîlayekî PKK'ê qetil kirin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Stenbolê bi çalakiyeke girseyî û bi coş a li Kadikoyê da destpêkirin.
Girseya gel a li Meydana Îskeleyê, bi parlamenterên Stenbolê re civiya. Li qadê bê navber dirûşmên "Ji bo azadiyê em hemû HDP", "Ji bo biratiyê em hemû HDP", "Ji bo edaletê em hemû HDP", "Ji bo aştiyê em hemû HDP", "Em HDP em ber bi Meclîsê" hatin qîrîn.
Çalakî, di kesayetiya Cezmî Bûdak ê li Agiriyê hat qetilkirin de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û girseya gel sirûda "Çerxa Şoreşê" got.
Di kombûnê de ku Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî lê amade bû, destpêkê Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Ayşe Erden û Cesîm Soylû peyivîn.
Erden got, "Li sê herêmên Stenbolê em ê ti taxên ku me xwe negihandinê, ti malên ku me li deriyê wan nedane nehêlin."
NAMZETAN GEL SILAV KIRIN
Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cesîm Soylû jî bal kşand ser astengî û provokasyonên di pêvajoya hilbijartinê de rû bidin û got, "Di rewşeke ne wekhev de em dikevin hilbijartinê. Ew ê bi pere û hêza xwe ya medyayê tevlî hilbijartinê bibin. Lê em, em ê bi we mirovên ji partiyê bawer kirine re bimeşin. Hêza herî mezin hûn e."
Dûre bi dorê namzetên herêmên 3, 2 û 1'ê gel silav kirin.
Namzetê astengdar Mûsa Pîroglû ji ber ku li kursiya astengdaran rûniştîbû nekarî li ser kursiyê gel silav bike, lê ji aliyê gel ve bi çepikekî xurt hat pêşwazîkirin.
Dûre Hevserok Demîrtaş ji gel re axivî û anî ziman ku wan ji Stenbolê heta Colemêrgê li gelek deveran dest bi xebatê kirine û got, "Em bi rûyê bindestan ku wê desthilatdariya AKP'ê hilweşînin, dest bi xebatên xwe dikin."
Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bi namzetên xwe yên ji gelek deng û rengan, ku ti partiyê heta niha newêriye xwe nêzî vê bike, mîna Anatolî, Kurdistan û Mezopotamyayê em derdikevin pêşberî gelên xwe. Eger ev barê giran li ser pişta me hemûyane, hingî divê em hemû bi şev û roj bixebitin. Eger em bi hev re ketine ser rê divê em bi hev re bar hilgirin. Namzet ne em in, hûn in. Eger HDP diçe Meclîsê, eger em diçin Meclîsê divê em hemû her yek weke namzetekê/î bixebitin."
Demîrtaş ji gel pirsa "Em amade ne HDP'ê bişînin Meclîsê?, Em amade ne biçin Meclîsê" kir û gel jî bi coşeke mezin bersiva "Erê" da.
'DIVÊ MALBATÊN LEŞKERAN RASTIYA LI AGIRÎ ZANIBE'
Demîrtaş bal kişand ser provokasyona li Agirî û der barê bûyerê de agahiyên berfireh da: "Em ê bi encameke ku ti şîrketa anketê nekariye bipîve, derkevin holê. Diyare ev encam ji niha ve çûye ser maseya AKP'ê, lewma ketiye nava panîkê û dînîtiyê dike. Weke provokasyona li Agirî, dibe ku provokasyonên bi vî rengî dubare bibin. Serokkomar, ew kesê ku divê navê serokê gel li ser be, Erdogan li Sakaryayê mîna ku weşana zindî dike dibêje 'li Agirî pevçûn heye' û hewl dide ranteke siyasî jê bixwe. Ewqasî hatiye radeya karê dînîtiyê. Divê tevahiya gelê me zanibe ku li Agiriyê çi qewimiye. Bi taybetî jî divê dayikên ku zarokên wan li leşkeriyê ne zanibin. Ya li wir qewimî ne pevçûn e, operasyoneek sexte ya ji berê ve hatiye amadekirin e. Heta jê hatin xwestin gelekî cenazeyan ji wir derxînin. 15 leşker li herêma şer hiştin. Ji van leşkeran jî 8 jê birîndar bûn. Xwestin ew leşkerên birîndar jiyana xwe ji dest bidin, ku AKP jî ji vê lîstikê ji xwe re dengan bi dest bixîne. Hevalên me yên rêveberên HDP'yî, leşkerên birîndar ji herêma şer derxistin. Divê Serokatiya Fermandariya Giştî, AKP û yên ev provokasyon amade kirin, hesabê vê bidin. Ji helîkopterê gule li hevalên me yên ji bo leşkerên birîndar ji herêmê derxînin çûn herêmê, hat reşandin. Leşkerek, hevalekî me yê HDP'yî û gerîlayekî PKK'ê qetil kirin. Hevalên me neçar man leşkerên birîndar bi çarşevê hilgirin û ji herêmê derxînin. Wêneyên van hemûyan hene. Yên vî welatî bi rêve dibin bi jetên luks xebatên hilbijartinê dimeşînin, lê nikarin helîkoptereke ambûlansê ji bo leşkerên birîndar bişînin. Erdogan ketiye nava rewşeke ewçend dînîtiyê, ku van mirinan mîna mizgîniyê ji gel re radigihîne."
Demîrtaş diyar kir ku li Rojhilata Navîn ti ji dîktator dema çûn li dû xwe aştî nehiştine û got, "Lê belê vê carê, dema tu çû wê li dû te ne welatekî cihê şewatê, welatekî cihê aştiyê wê bimîne."
Demîrtaş ji Erdogan re got, 'jiyana mirovan ji qoltixa li Meclîsê gelekî girîngtir e' û got, "Kurd jî Tirk jî, neynûka her ewladekî, her ciwanekî ji qoltixa 550 parlamenterî girîngtir e. Lê belê, eger tu di oxira wê qoltixê de dixwazî welêt bişewitîne, tu yê HDP'ê li pêşberî xwe bibîne."
Demîrtaş bang li Kiliçdaroglû û Bahçelî jî kir û got, "Werin em biçin Agirî, em bûyerên li wê derê tespît bikin. Em nehêlin ku AKP welêt ber bi tarîtiyê ve bibe. Xerakirina van provokasyonan wezîfeya me hemûyane."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Demîrtaş herî dawî ji endamên partiya xwe re axivî û got, "Em ê Meclîsê veguherînin parlamenteke rengîn. Ji vê kêliyê û pê ve em ê hemû bi hev re bixebitin, bi hev re bimeşin."
Piştî axaftina Demîrtaş, girseya gel ji bo demeke kurt govend gerand û ji Kadikoyê derket.