Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên leşkerî û keşfê û êrîşên bi obus û hawanan zêde dibin.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên leşkerî û keşfê û êrîşên bi obus û hawanan zêde dibin.
Komek ji pastarên Îranê di 10'ê Nîsanê de xwest ji Tepê Casûsan ê li ser xeta sînorê herêma Qendîlê ye bikeve nava Hêrêmên Parastinê yên Medyayê. Li ser vê yekê hêzên gerîla bi armanca hişyarkirinê gule reşandin û pastarên Îranê xwe vekişandin. Li Qereqola Şimgirik a li navçeya Amed Pîranê jî, ji 9'ê Nîsanê û vir ve mewzî tên amadekirin, li herêmên di navbera navçeyên Farqîn û Hezroyê de jî, leşker tên civandin.
PASTAN HEWL DAN JI TEPÊ CASÛSAN XWE BERDIN NAVA QADÊN GERÎLA
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku komek ji pastarên Îranê di 10'ê Nîsanê saet di 19:00 de ji Tepê Casûsan ê li ser xeta sînorê herêma Qendîlê ye bikeve nava Hêrêmên Parastinê yên Medyayê. Hat ragihandin ku li ser vê yekê hêzên gerîla bi armanca hişyarkirinê gule reşandin û pastarên Îranê xwe vekişandin.
JI QEREQOLA GARÊ BI OBUS Û HAWANAN QADA DOLA RANYAPÎRÊ HAT BOMBEKIRIN
Navendê ragihand ku di 10'ê Nîsanê saet di navbera 12:00 - 12:30 de ji qereqola Garê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye bi obus û hawanan qada Dola Ranyapîrê hatiye bombekirin û got, "Di 11'ê Nîsanê saet di navbera 20:30 - 21:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker di ser qadên Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr û xeta sînor ên li herêma Avaşînê firiyan. Ev tevger li Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê zêde bûye û dewam dike."
Der barê tevgera balafirên şer de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî da:
"Di 11'ê Nîsanê saet di navbera 14:30 -17:00 û 12'ê Nîsanê (îro) saet di 08:00 de balafirên şer li ser herêma Heftanînê firiyan.
Li ser herêma Zapê di 11'ê Nîsanê saet di navbera 11:00 - 12:00 de balafirên şer û saet di navbera 23:00 - 00:00 de jî tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov hatine tespîtkirin.
Li herêma Metîna jî di 12'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 03:30 - 05:00 de bi pêgerên bê mirov ên hewayî re keşif hatiye kirin."
LI QEREQOLA ŞIMGIRIKÊ MEWZIYÊN NÛ TÊN ÇÊKIRIN
Navendê ragihand ku li Qereqola Şimgirik a li navçeya Amed Pîranê jî, ji 9'ê Nîsanê û vir ve mewzî tên amadekirin û da zanîn ku li herêmên di navbera navçeyên Farqîn û Hezroyê de jî, leşker tên civandin.