Li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar

Di operasyonên YPG/YPJ'ê de hat ragihandin ku li rojhilatê Kobanê 2 gund, 2 gir û 3 navendên hûrkirina keviran hatine rizgarkirin. Li gundê Minîfê Avî yê li başûrrojhilat jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, şervanên YPG/YPJ’ê duh bi êvarê saet di 19.00’an de li 2 gundên eniya rojhilat ku navê herduyan jî Goçekmetê ne û derdora wan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin.

Di encama ku operasyona navê “Operasyona Şehîd Hogir û Şehîdên Mendikê” de, her du gundên Goçekmetê, girê bi navê Şehîd Sozdar, girekî din ê li herêmê û 3 navendên hûrkirina keviran hatin rizgarkirin.

Der barê encamên operasyonê de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

LI MINÎFÊ AVÎ PEVÇÛN

Li aliyê din, hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya “Operasyona Şehîd Hogir û Şehîdên Mendikê” de, di saetên serê sibehê de li gundê Minîfê Avî li dijî çeteyan çalakiyek dan destpêkirin. 

Di çalakiya ku şervanên YPG’ê gund dorpêç kiriye de, şer û pevçûn didomin.