Li Tetwanê ji bo ‘şehîdên şoreşê’ şitil hatin çandin

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo bîranîna ‘Şehîdên Tetwanê’ ji aliyê Meclîsa Jinan a Tetwanê ve dar hatin çandin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo bîranîna ‘Şehîdên Tetwanê’  ji aliyê Meclîsa Jinan a Tetwanê dar hatin çandin.

Li navçêya Tetwan a Bedlîsê ji bo bîranîna ‘Şehîdên Tetwanê’  ji aliyê Meclîsa Jinan a Tetwanê dar hatin çandin. Di merasîmê de destpekê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Li ser navê Meclîsa Jinan Nazîme Avras li ser nave meclîsa jinan kesên beşdar spas kir û got, “Ez dikarim bi rehetî bêjim ku îro em dibînin hebûna meclîsên taxan çiqasî  pêwîst e. Ji ber ku bi qasî hebûna meclîsên taxan girîng in ev qasî  jî meclîsên jinan ên taxan girîng in… Îro em serbilind in ku em jin hemû hatine li gel hev û em li şehidên xwe xwedî derdikevin. Em ê heta dilopa xwîna xwe li şehîdên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku karê têkoşinê di gelek xalan de para me  jinan e. Zarokên me bi qehremenî şer dikin û xwîna xwe di vê rêyê de dirijînin.”

 Di merasîmê de dirûşmên, “Şehîd Namirin” “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Piştre jin û dayikan li goristanê şitil çandin û dûa kirin.