NCDK ên Osnabruck û Peine kongreyên xwe lidar xistin
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Peine, Navendaên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin. Di kongreyan de xebatên dema bihurî hatin nirxandin û endamên nû yên meclîsê û hevserok hatin hilbijartin.
Anf
Osnabruck/Peine
duşem, 13 avrêlê 2015, 09:37
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Peine, Navendaên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin. Di kongreyan de xebatên dema bihurî hatin nirxandin û endamên nû yên meclîsê û hevserok hatin hilbijartin.
OSNABRUCK
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, 3. kongreya xwe ya asayî li lokala navenda civaka demokratîk lidar xist. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş, Nûnerê Civaka Azad a Herêmê Tahîr Koçer û Berdevka Têkiliyên Derve ya NCDK Medya Koçer ji dîwanê re hatin hilbijartin.
Siyasetmedar Aktaş di axaftina xwe ya li vir de rewşa siyasî nirxand. Aktaş ragihand ku pêvajoya heyî ji bo Kurdan dîrokî ye û got, "Di vê dema dîrokî de bi dayîn berdêlên giran re destketiyên girîng hatine bidestxistin. Firsend derket holê ku ev destketî veguherin şoreşeke mezin."
Tahîr Koçer jî da xuyakirin ku ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên têkoşîna demokratîk û neteweyî, ji nû ve rêxistinbûyîn divê û got, "Ji bo em bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe, divê em vê bikin."
Piştî axaftinan raporên xebatê hatin xwendin, nîqaşkirin û di encama hilbijartinê de jî meclîsa ji 41 kesî hat diyarkirin.
Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, aştî û lihevkirin, ciwan, çand, têkiliyên derve, şehîd û windahî, yekîtiyên baweriyan, ziman û perwerde, sazî, dîsîplîn û kontrolê hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Saîma Ercan û Serhat Aydin hatin hilbijartin.
PEINE
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Peine jî kongreya xwe pêk anî û di kongreyê de komunek ji 10 kesan a ji 5 komîsyonan hat avakirin.
Di kongreya ku saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, piştî hilbijartina dîwana ji sê kesan, rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin. Paşê li ser raporên xebata salekî nîqaş hatin meşandin. Dûre hilbijartin hat kirin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.