Li Şemzînan operasyon û pevçûn

Di navbera leşkerên artêşa Tirk ên ku li bejahiya Navberojan a navçeya Şemzînanê dest bi operasyonê kiribûn û gerîlayan de pevçûn rû da. Tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.

Di navbera leşkerên artêşa Tirk ên ku li bejahiya Navberojan a navçeya Şemzînanê dest bi operasyonê kiribûn û gerîlayan de pevçûn rû da. Tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.

Artêşa Tirk a ku van rojên dawiyê lez da operasyonên li Bakurê Kurdistanê, vê carê jî li herêma Navberojan a Şemzînan a Colemêrgê û gundê Berox ê ku hatiye valakirin ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kirin.  Hate ragihandin ku leşkerên Tirk ji qereqolên gundên Rûbarok, Navberojan, Bigjnî, Çeman, Mavan  herêmê topbaran kirin. Hate ragihandin gerîlayan bi armanca hişyarkirinê gule teqandine û pevçûn rû da.

Hate ragihandin ku gundiyên herêmê ji leşkeran re gotine “Ka pêvajoya aştiyê, hûn çima diçin operasyonê” û fermandarê leşkeran jî ji gundiyan re gotiye “Aştî êdî nemaye, em ê êdî şer bikin”. Gundiyan da zanîn leşker li her derê operasyon dikin û li gerîlayan digerin. Gundiyan gotin ku gerîla naxwazin bikevin nava pevçûnan û got: “Lê operasyon wiha bidome, em ditirsin di nava pevçûnan de bimînin.”

Ji endamên meclîsa şaredariya bajêr Samet Tekîn ku di dema peçvûnan de li herêmê bû nerazîbûn nîşanî operasyonê da û got: “Weke em dizanin ev nêzî du sal in pêvajoya çareseriyê heye û berdewam dike. Lê ji ber operasyonên li Agiriyê, daxuyaniyên Serokkomar û serokwezîr, êdî pevçûn rû didin. Heta niha jî dengê çekan tên bihîstin. Serokkomarê ku digot ew ê ji bo aştî pêk bê jehrê vexwe, razî bû, aştiyê jehrî kir.”