Namzetên HDP'ê li Bedlîsê bi coş hatin pêşwazîkirin

Li Bedlîsê namzetên HDP’ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin hembêzkirin. Bênavber dirûşmên, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat, Mahmut Celaded Gaydali û Zeynel Omay ji aliyê  hezaran kesî ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Li Bedlîsê rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP û HDP, MEYADER, hevserokên bajar û navçeyan jî di nav de girseya gel û namzetên parlamenteriyê di ketina Norşîn, Avzut Burnu bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.

Piştre bi konvoyek sedan wesayîtan li Bedlîsê li Qada Mizgefta Ulu civiyan.

Tevî  baranê jî qad ji aliyê gel ve hat dagirtin, govend hat gerandin û bênavber dirûşmên, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

Namzetan bi hev re gel silav kirin û namzetê HDP ê Zeynel Oyman, li ser rewşa Rojhilata Navîn a dawî  axivî û got ku Rojhilata Navîn bûye gola xwîne, ji ber wê ye ku hêviya gelan jî bûye HDP.

Ji ber barana zêde mîtîng zû qediya.