Artêşa Tirk kemînan datîne pêşiya gundiyan
Artêşa Tirk, ji bo pêşî li gelê bazirganiya li ser sînor dike bigire, kemînan datîne pêşiya gundiyên Aşûtê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, artêşa Tirk di rojên dawî de li gundê Aşûtê ji bo pêşî li bazirganiya gel a li ser sînor bigire, kemîna datîne ser rêya gundiyan.
Her wiha hat ragihandin ku leşkeran xwestine rêya gundê Deştanê bi hinceta ewlekariyê bigirin û li ser vê yekê di 11'ê Nîsanê saet di navbera 17:00 - 18:00 de di navbera gundiyan û leşkeran de alozî û ji bo demeke kurt jî pevçûn derketiye. Tê gotin ku aloziya li herêmê dewam dike û tevgera leşkerî jî zêde bûye.
Li aliyê din di 11'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 û 21:00 de leşkerên artêşa Tirk bi 5 maşînên zirxî re li ser rêya Nisêbîn û Mêrdînê wesayît sekinandin û kontrola nasnameya welatiyan kirin.