NCDK-Koln kongreya xwe ya duyemîn lidar xist

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê, 2. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de meclîsa nû û hevserok hatin hilbijartin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê, 2. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de meclîsa nû û hevserok hatin hilbijartin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên şoreşê yên Kurdistan û tevahiya cîhanê, dîwana kongreyê hat hilbijartin.

'AKP LI DÛ PROVOKASYONANE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç di axaftina xwe ya li kongreyê de operasyona li Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê bi tundî rexne kir û got, "AKP bi agir dilîze". Koç da xuyakirin ku mîna her hilbijartinê AKP di vê hilbijartinê de jî li dû provokasyonane. Koç ragihand ku weke mînaka li Farqînê li Tendurekê jî leşker weke êm hatine bikaranîn û got, "Eger bi vî rengî nebûya, wê 15 leşker li wir nehiştina û xwe venekişandina. Eger ew leşker îro sax bin, ev yek bi saya HDP'yiyan e." Koç destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re polîtîkaya tinekirinê ya AKP'ê hilweşiya ye.

'DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ TAVILÊ BICIVE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Koç da zanîn ku daxwaza herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, yekbûna hêzên Kurd di binê sîwanekî de ye û got, "Li Rojhilata Navîn heta ku di nava yekîtiyê de tev neyê gerandin, ne pêkane ku xeterî bên beralîkirin. Heta ku Kongreya Neteweyî necive, Kurd wê her tim li xeteriyan rast bên. Eger artêşeke hevpar a Kurdan hebûya, DAIŞ wê nekarîbûya ewçend bi hêsanî êrîşî Kurdistanê bikira." Koç ragihand ku berxwedana Kobanê û Şengalê bi saya îdeolojiya xurt a PKK û Ocalan derketiye holê.

Li dû axaftinan xebatên salekê yên navendê hatin nirxandin û biryardariya bilindkirina têkoşînê hat destnîşankirin.

Di kongreyê de endamên nû yên Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê û hevserokên wê hatin diyarkirin. Meclîsa ji 67 kesî ava bû. Komîsyonên edalet, civakî, ciwan, têkiliyên derve, çand, bawerî, çapemenî, malbatên şehîdan, kontrol û dîsîplînê hatin destnîşankirin. Ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Îmam Can û Yildiz Fîlîmcî hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...