Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku operasyona li Çiyayê Tendurekê serdegirtineke nuqteyî ya ji berê ve ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatibû plankirin e û destnîşan kir ku her êrîş li ser bingeha xeta parastina rewa wê bersiva xwe bibîne. Di daxuyaniya Fermandariyê de hat gotin, "Gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê ku girêdana bi Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Rêber Apo pêş xistiye re esas digire, wê ji ti lîstîkên dewleta AKP’ê re nebe zemîn û wê qet firsendê nede ku ev lîstîk bijîn. Kesên li ser esasê pêşxistina provokasyonan hesabên hilbijartinan dikin, di bin her şert û mercî de wê bi performansa şerê bi kabîliyeta manewraya bilind, disîplîn û deqîq bersivê bibînin, her êrîş ku wê li ser esasê xeta parastina rewa bersiva xwe bibîne pêwîst e tevayî gelê me û raya giştî bawer bike."
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, der barê operasyona artêşa Tirk a 11'ê Nîsanê ya li bejahiya Çiyayê Tendurekê yê li navçeya Agirî Giyadînê de daxuyaniyek da.
Fermandariyê got, "Pêvajoya ji bo çareseriya bi rêyên demokratîk a pirsgirêka Kurd ku Rêber Apo dixwaze bi pêş ve bibe, ji bo gelên Tirkiye û herêmê xwedî girîngiyeke mezin e û nêzîkbûneke aştiyê ye ku pêşerojeke azad radixe pêş gelên me. Weke pêwîstiyeke vê nêzîkatiya stratejîk, ji 21'ê Adara 2013'an roja daxuyaniya destpêkê ya Rêbertiya me û vir ve, hêzên me li gorî cidiyet û giraniya vê pêvajoyê berpirsyarî û pêwîstiyên pîvanên agirbestê bicih anîne. Lê belê li aliyê din dewleta AKP'ê û artêşa Tirk bi nêzîkatiyeke berevajî vê, bi hesap, lîstik û taktîkên cuda nêzî pêvajoyê bûne. Bi taybetî di vê pêvajoya ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê nêzîk bûkye de, li gorî polîtîkaya nû ya AKP'ê ji aliyê artêşa Tirk ve tevgerên leşkerî yên bi kontrol tên kirin. Hikûmeta AKP'ê bi desteka çapemeniya şerê taybet re vê rewşê berevajî dike û dixwaze li hemberî derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê weke kozekî bikar bîne."
Daxuyaniya Fermandariyê bi vî rengî dewam kir:
"Mînaka dawî ya vê yekê, di roja 11'ê Nîsanê (duh) de bi bûyera li bejahiya Tendurek a navçeya Agirî Giyadînê rû da re, careke din xuya bû. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk, Serokkomarî û Serokwezaretiya TC dezenformasyona 'hêzên me yên gerîla wê beşdarî Şahiyên Biharê yên li Gundê Tutekê' bibin belav kirin û îdîa kirin ku hêzên me pevçûn dane destpêkirin. Bi vê yekê re bi awayekî zelal derewan li raya giştî dikin.
'SERDEGIRTINEKE NUQTEYÎ YE KU JI BERÊ VE HATIYE PLANKIRIN'
Pevçûna mijara gotinê, serdegirtineke nuqteyî ye ku ji berê ve ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatiye plankirin û rojek beriya Şahiyên Biharê yên gelê herêmê hatiye destpêkirin. Gerîlayên me yên ku bi awayekî bê tevger xwe bicih bûbûn de, bi ti awayî neçûne ti şahiyê. Ji xwe ne tiştekî bi aqilane ye, ku zext li gelê herêmê yê welatparêz û demokrat re bê kirin û bê gotin 'dengê xwe bidin hêzên demokrasiyê'. Her wiha pevçûn, ji ber guleya gerîla destpê nekiriye. Mîna ku navenda me ya Ragihandin û Çapemeniyê diyar kir, di şibeha 11'ê Nîsanê saet di 03:00 de, artêşa Tirk ji bo yekîneya me ya li wê herêmê bi temamî tine bike, gule reşandiye.
'AKP Û ARTÊŞA TIRK BI HEVKARÎ TEVDIGERIN Û KAR DIKIN'
Di rewşeke ku li holê ti xebateke gerîla nebû de pêkhatina operasyoneke ewçend berfireh a hewayî û bejahî ya artêşa Tirk nîşan dide, ku AKP û artêşa Tirk di nava hevkariyekê de bi zanebûn dixebitin. Ev yek li dijî pêngva Rêber Apo ya pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurdistanê vedike û xwedî armanca piştevaniya stratejîk a gelê Tirkiyeyê ye, pêkanîna stratejiya şerê nû yê psîkolojîk ê dewleta Tirk e. Dema operasyonên beriya niha yên Oremar, Heftanîn, Şemrex û herî dawî jî ya duh a li Sêrtê werin nirxandin, bi awayekî zelal tê dîtin ku dewleta AKP'ê dixwaze ji pevçûna leşkerên Tirk li Tendurekê derxist re dixwaze rewşeke bi pirsgirêk biafirîne, aloziyê derxîne, bi vî rengî civakê bixapîne û di çarçoveya hesabên xwe yên hilbijartinê de bi pêş ve biçe. Şehîdê me Cezmî Bûdak û xwîna leşkerên di vê pevçûnê de rijiya, bi temamî ji ber vê polîtîka û hesabên pîs ên AKP'ê rû daye.
Bi van polîtîkayên qirêj re dixwazin zextê li HDP'ê bikin û pêşî li hevparbûyîna gelan û pêşketina hêzên demokratîk bigirin. Lê belê ev hewldan beradayî ne. Yên xwestine tîma gerîla ya ji 25 kesî tine bikin û bi vî rengî xwe bigihînin armancên xwe yên qirêj, bi ser neketine. Ev zîhniyetê AKP'ê yê ji bo desthilatdariya xwe tiştek nîne neke, ji aliyê esasî ve xwe dispêre çekê û bi rijandina xwînê re dengan distîne. Ev zîhniyetê ku bi polîtîkaya xwe ya qirêj û gemarî re dixwaze pêşeroja azad a gelan tarî bike, bi vê êrîşê re bi awayekî fermî pîvanên agirbestê binpê kiriye. Ev êrîşa berfireh a li hemberî Çiyayê Tendurekê, pêvajoya agirbestê ya ji Newroza 2013'an û vir ve di meriyetê de ye, bi awayekî fermî xera kiriye. Wezîfeyeke bingehîn e ku tevahiya gelê me, raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê û hêzên ked û demokrasiyê, li dijî van polîtîkayên qirêj ên AKP'ê têbikoş in û xwedî li pêvajoya çareseriya demokratîk derkevin.
'LI DIJÎ VÊ POLÎTÎKAYA NAMERDÎ YA DI OXIRA DENGAN DE XWÎNÊ DIRIJÎNE, EM TÊBIKOŞ IN'
Em bang li tevahiya derdorên bindest ên li Tirkiyeyê li derveyî sîstemê hatine hiştin û hêzên alîgirên demokrasî û aştiyê dikin, ku hay ji van dek û dolabên qirêj ên AKP'ê hebin, li hemberî van têbikoş in, biratiya gelên me biparêzin, li dijî vê polîtîkaya namerdî ya dixwaze bi rijandina xwînê re dengan bi dest bixe têkoşînê bilind bikin û li dijî daxuyanyên derewîn ên AKP'ê û artêşa Tirk derkevin.
'EM BÛDAK Ê ŞEHÎD KETIYE BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'
Li aliyê din, gelê herêmê yê welatparêz ê ku li cihê bûyerê derket pêş û xwest pêşî li pevçûnan bigire, bi vê helwesta xwe ya fedekar re bûye xwedî sekneke hêjayî teqdîrê. Em welatparêzê hêja Hevserokê berê yê HDP'ê yê Rêxistina Giyadînê Cezmî Bûdak ê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da bi rêzdarî bibîr tînin, dibêjin rehma Xwedê lê be, ji malbatê û gelê welatparêz ê Giyadînê re sersaxiyê dixwazin û ji Cenap Îlboga yê di bûyerê de birîndar bû re şîfa xêrê dixwazin.
'EM Ê TÊKOŞÎNA RÊHEVALÊ ME YÊ ŞEHÎD CENFEDA VEGUHEZÎNIN SERKETINÊ'
Rêheval Cenfeda Serhat ê di berxwedana Tendurekê de qehremaniyeke mezin nîşan da û gihişt şehadetê, tevî temenê xwe yê ciwan di gerîlatiyê de bilez kûr bû û li çiyayên Serhedê birêvebirina têkoşînê heq kir, wek ewladekî egîd ê Serhadê wê timî di bîra me de be. Em vî şehîdê xwe yê bi qîmet bi rêz û hurmet bibîr tînin, em soz didin bîranîna wî bi veguhestina têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistan a serketinê, timî wî bidin jiyîn. Em sersaxiyê ji malbata wî re û tevayî gelê Kurdistanê re dixwazin.
'HER ÊRÎŞ WÊ BERSIVA XWE BIBÎNE'
Gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê ku girêdana bi Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Rêber Apo pêş xistiye re esas digire, wê ji ti lîstîkên dewleta AKP’ê re nebe zemîn û wê qet firsendê nede ku ev lîstîk bijîn. Kesên li ser esasê pêşxistina provokasyonan hesabên hilbijartinan dikin, di bin her şert û mercî de wê bi performansa şerê bi kabîliyeta manewraya bilind, disîplîn û deqîq bersivê bibînin, her êrîş ku wê li ser esasê xeta parastina rewa bersiva xwe bibîne pêwîst e tevayî gelê me û raya giştî bawer bike."