Şitlê daran li gundên Sûrê tên çandin

Di çarçoveya kampanya "çandina şitlê daran" de Şaredariya Sûrê 1.500 şitil çand.

Di çarçoveya kampanya "çandina şitlê daran" de Şaredariya Sûrê 1.500 şitil çand.

Di karê çandina şitlê daran ê li gundê Kiliçtaş a Jorîn de Hevşaredar Seyîd Narîn, Alîkara Hevşaredar Naşîde Bûlûttekîn Can, endamên Meclîsa Şaredariyê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Sûrê Alî Riza Çîçeklî, keyayên taxê û welatî amade bûn.

Hevşaredar Narîn di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku wan li qadeke ji 40 metre çargoşeyî şitlê daran çandine û ev xebata wan wê dewam bike. 

...