Komîteya Şehîdan a KODAR'ê bi daxuyaniyekê cangoriyê azadiyê Herdem Urmiye bibîr anî û diyar kir pergaleke mîna rejîma Îranê ya kuştin, darvekirin, îşkence, şikandina îrade û teslîm girtinê li ser ciwanên Kurd ferz dike, bi têkoşîna Herdem Urmiye û bi sedan rêhevalên wî hatiye şikandin
Komîteya Şehîdan a KODAR'ê, di kesayetiya Herdem Urmiye de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û ji malbata rêhevalê xwe Urmiye, hemû malbatên cangoriyan û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Komîteyê got, "Tevgera azadiya gelê Kurd di kesayetiya Şehîd Herdem û tevahî Şehîdên rûmeta neteweyî de îsbat kiriye ku sînorên dagirkeriyê yê li ser axa Kurdistanê bi ked û fedakariya van rêhevalan û şikestiye û ji holê rabûye" û destnîşan kir ku tişta herî girîng şikandina van sînoran di fikir, dil û mejî de ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîwarên hatine lêkirin ji bo wan ne girîng e û hat gotin, "Keç û xortên Kurdistanê ji çar parçeyê Kurdistanêve wan sînoran binpê kirin, nas nekirin û bi hestên xwe yên netewî û hezkirina mirovan xwe ji vî milê sînor gihandin aliyê din û li wir tevlî têkoşîna azadiya gelê xwe bûn."
Komîteyê da zanîn ku pergaleke mîna rejîma Îranê ya kuştin, darvekirin, îşkence, şikandina îrade û teslîm girtinê li ser ciwanên Kurd ferz dike, bi têkoşîna Herdem Selmas û bi sedan rêhevalên mîna wî hatine şikandin û got, "Ev rawestîn û vîn ji dijmin re got ku hun nikarin çavên me bitirsînin. Wan Rêhevalan têkoşîna tevgera azadiyê tenê bi herêmê na, bi hemû cîhanê dan naskirin. Felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di kesayetiyaa wan Rêhevalan de hate jiyîn."
Komîteya Şehîdan a KODAR'ê ragihand ku Herdem Urmiye bi hestên xwe yên neteweyî li gelek qadên têkoşîna azadiya gelê xwe û mirovahiyê cih girtiye, bi hezkirineke mezin xebat meşandiye û peşengî kiriye û got, "Herwiha bi sekna xwe di nav dilê hemû hevalên xwe de cihê xwe çêkir. Lewre taybet bi pêşengtiya jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste xwedî derketina şehîdan û berdewam kirina têkoşîna wan wekî armancekî lê bê.
Di kesayeta Heval Herdem de weke hevalên wî yên têkoşînê em hemû Şehîdên şoreşê careke din bi bîr tînin û soza berdewam kirina têkoşîna wan û avakirina jiyanek bi rûmet û azad ku hêviya van Şehîdan bû didin."