HPG: Artêşa Tirk li Tendurekê avêt ser nuqteyê
HPG'ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê, serdegirtineke nuqteyê bû, ku ji berê ve hatibû plankirin.
HPG'ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê, serdegirtineke nuqteyê bû, ku ji berê ve hatibû plankirin.
HPG'ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Tendurekê, serdegirtineke nuqteyê bû, ku ji berê ve hatibû plankirin. HPG'ê diyar kir ku fîşeka destpêkê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye teqandin û got, "Îdîayên Serokatiya Fermandariya Giştî, Serokkomarî, Serokwezaretî û medya şerê taybet a Tirk ku dibêjin 'gerîla tevlî şahiyên biharê bûne û zext li gel kirine' agahiyên bêbingeh ên ji bo dezenformasyonê ne. Hêzên me tevlî ti şahiyekê nebûne. Ev operasyona ji aliyê artêşa TC ve hat kirin ji berê ve hatiye plankirin û rojek beriya şahiyên gelê me û saziyên demokratîk, ku ne li qadên gerîlayên me wê li jiyangehan bihata lidarxistin, pêk hatiye."
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê, der barê operasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Tendurekê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê di daxuyaniya xwe de, ev agahî da:
"Di şeva 10'ê Nîsanê de li bejahiya Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê, artêşa Tirk bi veguhastina ji hewayê re dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di çarçoveya operasyona ku bi rêbaza serdegirtina nuqteyê de hat kirin, di sibeha 11'ê Nîsanê saet di 03'an de bi teqandina fîşeka destpêkê ji aliyê artêşa Tirk ve, pevçûn derketiye. Di vê pevçûnê de hevalê me Canfeda Serhat (Serhat Kizilay) bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şehadetê, gerîlayekî me jî birîndar bûye.
Piştî vê bûyerê, yekîneyên me yên li qadê, di çarçoveya parastina rewa de li hemberî hêzên dijmin ên avêtin ser nuqteyê, berxwedaneke cidî nîşan dane. Di pevçûna li vir de bi awayekî zelal hat tespîtkirin ku 5 leşkerên artêşa TC hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Pevçûna ku însiyatîfa wê bi temamî ket destê hêzên gerîla heta danê êvarê dewam kir û artêşa TC ji bo cenazeyên xwe û çekên xwe ji cihê bûyerê rake gel xist navberê û bi vî rengî cenazeyên xwe rakir.
Di vê pevçûna ku 4 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra destek dan artêşa TC de, hêzên me derb li 2 helîkopteran xistin û hêzên artêşa TC ên xwe ji herêmê vekişandin, gelek lûleya çekê, bombe, çente û kelûmelên leşkerî yên bi vî rengî li dû xwe li cihê pevçûnê hiştin. Piştî şerê li herêmê, pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li herêmê keşfê dikin.
'JI BER GULEYÊN ARTÊŞA TRIK CEZMÎ BÛDAK ŞEHÎD KET'
Gelê me yê li herêmê û derdorên demokratîk ên naxwazin pevçûn biqewimin, ji bo pêşî li pevçûnê bigirin xwestin bikevin navberê, lê belê hêzên artêşa Tirk gule li gelê me reşandine. Di encama vê gulereşandinê de Hevserokê berê yê HDP'ê yê Navçeya Giyadînê Cezmî Bûdak şehîd ket, welatparêzê me yê bi navê Cenap Îlboga birîndar bû. Rehma Xwedê li Cezmî Bûdak ê şehîd ket be, ji malbata Bûdak a welatparêz û gelê Giyadînê re em sersaxiyê dixwazin, ji Cenap Îlboga yê birîndar bû re jî şîfa xêrê dixwazin."
'OPERASYON JI BERÊ VE HATIBÛ PLANKIRIN'
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Îdîayên Serokatiya Fermandariya Giştî, Serokkomarî, Serokwezaretî û medya şerê taybet a Tirk ku dibêjin 'gerîla tevlî şahiyên biharê bûne û zext li gel kirine' agahiyên bêbingeh ên ji bo dezenformasyonê ne. Hêzên me tevlî ti şahiyekê nebûne. Ev operasyona ji aliyê artêşa TC ve hat kirin ji berê ve hatiye plankirin û rojek beriya şahiyên gelê me û saziyên demokratîk, ku ne li qadên gerîlayên me wê li jiyangehan bihata lidarxistin, pêk hatiye."
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
HPG'ê diyar kir ku gerîlayê jiyana xwe ji dest daye, Serhat Kizilay bi nasnav Canfeda Serhat ê ji Îdirê ye. HPG'ê ragihand ku Fermandariya Biryargeha Navendî wê der barê mijarê de di nava rojê de daxuyaniyekê biweşîne.