Di civîna danasîna namzetên HDP’ê de hêrsa li dijî provakasyonan
Li Amedê ji bo danasîna namzetên bajêr ên HDP’ê meşek hate lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û nerazîbûnên tund nîşanî provokasyona li Agiriyê pêk hat dan.
Li Amedê ji bo danasîna namzetên bajêr ên HDP’ê meşek hate lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û nerazîbûnên tund nîşanî provokasyona li Agiriyê pêk hat dan.
Li Amedê ji bo danasîna namzetên bajêr ên HDP’ê meşek hate lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û nerazîbûnên tund nîşanî provokasyona li Agiriyê pêk hat dan.
Danasîna namzetên HDP’ê yên Amedê li avahiya HDP’ê ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Beriya danasînê bi beşdariya namzetên HDP’ê yên Amedê Îdrîs Baluken, Nursel Aydogan, Nîmettullah Erdogmuş, Feleknas Ûca, Altan Tan, Çaglar Demîrel, Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Sîbel Yîgîtalp, Adnan Cengîz, Nesrîn Hîlal Şanli û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, Hevserokên DBP’ya Amedê Hafize Îpek û Alî Şîmşek, Hevserokên HDP’ya Amedê Omer Onen û Gulşen Ozer û bi hezaran kesî meşek hate lidarxistin. Di axaftinên hatin kirin de nerazîbûnên tund nîşanî provokasyona li Agiriyê hate dayin.
Bi hezaran kesên ku alên HDP’ê di destê wan de hebûn li gel otobusa hilbijartinê ya DBP’ê heta ber avahiya HDP’ê ya Amedê ya li navçeya Rezan meşiyan. Di meşê de dirûşmên “PKK gel e, gel li vir e”, “Ji bo Tohildanê ciwan berê xwe bidin çeperan”, “Bijî Serok Apo” qîriyan. Di merasîmê de Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak destegulek da her ji namzedên Amedê.
NIHA DORA AZADIYÊ YE
Piştre Hevserokê HDP’ê yê Amedê Onder axivî û diyar kir ku ew îro weke roja destpêkê qebûl dikin û bibîr xist ku ji bo namzetiya HDP’ê 130 kes serlêdan kirine û got: “Hemû serlêdanên hatin kirin di çavên me de parlamenter in. Em spasiya hemû hevalên serlêdan kirine, dike. Ji ber ku Amed her tim dîrokê dinivîse, ez dibêjim wê careke din dîrok binivîse. Niha jî dor azadiyê ye.”
Piştre namzetê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken axivî û gel silav kir. Baluken destnîşan kir ku îro ji bo hemû namzedan roja heyecan û girîng e û wiha domand: “Amed di nava dilê me, têkoşîn û dilê me de cihê xwe heye. Niha li gel me gelek ku hem berdêlan dane heye. Gelê Amedê heye.”
DU ARMANCÊN PROVOKASYONAN HENE
Baluken destnîşan kir ku ew di zanebûna vekirina rûpeleke nû de ne û di nava kelecana vê yekê de ne. Baluken got: “Ji bo vê coş û kelecana me sabote bikin, bi fermana Serokkomar û hevkariya artêşa Tirk li Agiriyê provokasyon xistin dewlerê. Du armancên provokasyonê hene. Ya yekem, sabotekirina pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, a duyemîn jî pêşî li Partiya Demokratîk a Gelan a ku her tim bilind dibe, bigirin.”
Baluken bibîr xist ku di pêvajoya çareseriyê de gavavêtin dora hikûmetê ye û got: “Gule bi ser ên ku asê dimînin de dibarînin, bi vî awayî ji berpirsyartiyên xwe direvin. Bi vî awayî dixwazin rojeva pêvajoya çareseriyê biguherînin”. Baluken got: “Em ê yên zarokên me dikujin di sindoqan de bifetisînin” û wiha domand: “Hişmendiya te wê li Amedê bin benda ji sedî 10 de bimîne. Bersiva herî xurt wê Amed bide.”
EM Ê BI SERKETINÊ TOLA XWE HILÎNIN
Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna piştî Baluken axivî û da zanîn ku ew li hemberî bûyerên li Agiriyê qewimîn gelek bi hêrs in û got: “Me tiştek gelekî cuda hizirî.” Ayna got: “Me dixwest îro govend bigerînin. Me yê soz daba ku em 11 hevalên xwe bişînin meclîsê, lê duh sibê me bihîst li Agiriyê operasyon heye, em bi hêrs in. Sebra me heye, lê sînorek ê sebra me jî heye.”
Ayna bal kişand ser bûyerên li Agiriyê qewimîn û da zanîn ku li gorî daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Tirk tiştek din li Agiriyê qewimiye, lê tiştên wê derê tên gotin cuda ne. Ayna got: “em li ser piyan in. Em ê tola xwe hilînin. Lê em ê tola xwe ne bi kuştinê, em ê bi serketinê hilînin.”