Yuksek û heyeta pê re çû herêma şer

Li dû merasîma cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek bi komeke qelebalix re çû herêma şer.

Li dû merasîma cenazeyê mertalê zindî Cezmî Bûdak ku di encama gulereşandina leşkerê Tirk de jiyana xwe ji dest da, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek bi komeke qelebalix re çû herêma şer. Kincên leşkeran, bombeyên destan ên ne teqiyayî û bi hezaran fîşekên li qada şer, dijwariya pevçûnê raxist pêş çavan.

Li navçeya Agirî Giyadînê, bi sedan welatî duh çûn qada pevçûnê û di pevçûnê de, Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak û gerîlayekî HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker birîndar bûn. 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, parlementerên HDP'ê Nazmî Gur, Halîl Aksoy, gelek hevşaredar, rêveberên partiyên siyasî û gelek kesên din piştî merasîma cenazeyê Bûdak çûn gundê Kurtika yê pevçûn lê qewimî. Li qada pevçûnê hînê şopên pevçûnê zînde ne û li qadê kincên leşkeran, kom, gule, bombeyên destan ên teqiyane û gelek alavên din li qadê bûn.

Welatiyê bi navê Hamdullah Kiliç ê ku di dema pevçûnê de li wir diyar kir ku piştî wan agahiya pevçûnê girtine hatin qada leşker lê heyî û tirsa di rûyê leşkeran de dîtin. 

Kiliç anî ziman ku leşkerên birîndar bi destê xwe ji cihên xwe lê veşartin derxistin û leşkeran şoq derbas kiribûn. Kiliç da zanîn ku leşkeran nedikarî ji cihên lê mayîn derketin û ji ber wan alîkariya wan kir spasî li wan kirin.

Piştî heyetê demek li herêmê lêkolîn kirin vegeriyan Giyadînê.