Polîsan zext li Îlboga kirin ku îfadeyeke derew bide

Hat ragihandin ku polîsan zext li Cenap Îlboga yê li Çiyayê Tendurekê bi guleyên leşkeran birîndar bû kirine ku îfadeya "min li hemberî leşkeran şer kir" bide.

Hat ragihandin ku polîsan zext li Cenap Îlboga yê li Çiyayê Tendurekê bi guleyên leşkeran birîndar bû kirine ku îfadeya "min li hemberî leşkeran şer kir" bide.

Tedawiya Nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga yê di operasyona leşkerên Tirk a li Çiyayê Tendurekê de birîndar bû, dewam dike. Îlboga piştî emeliyata li Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Herêma Erzîromê, di servîsa lezgîn de tê ragirtin.

Hat ragihandin ku xeteriya jiyanî li ser Îlboga rabûye. Li gorî agahiyan 3 polîsên bi kincên fermî li ber deriyê servîsa lezgîn a Îlboga lê tê ragirtin 24 saetan nobedê digirin. Polîsên li ber derî nahêlin malbata wî bi xwe jî Îlboga bibîne.

Birayê Îlboga Tayfûn Îlboga ku heta niha bi tenê 5 deqeyan di bin çavdêriya polîsan de bi kekê re xwe re axiviye diyar kir ku kekê wî jê re gotiye, polîs zextê li wî dikin ku îfadeyeke derew bide. Tayfûn Îlboga got, "Kekê min di 5 deqeyekên hevdîtina me de ji min re got, 'Polîs zextê li min dikin ku bi derewî îfadeyê bidim. Dixwazin ez bêjim 'min li hemberî leşkeran şer kiriye, di şer de birîndar bûme'. "

Îlboga ragihand ku hewl tê dayîn kekê wî û gel berpirsyarê bûyerê werin nîşandan û got, "Dixwazin ser rastiyan binixumînin. Lê rastî li holê ye. Li vir hiqûq nîne, edalet nîne!" û banga hestyariyê kir.