KNK: Êrîş ji bo sabotekirina pêvajoyê ye
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Aşkera ye ku armanca van êrîşan sabotekirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê ye."
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Aşkera ye ku armanca van êrîşan sabotekirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê ye."
Konseya Rêveber a KNK'ê der barê Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Giyadînê Cezmî Bûdak ê li hemberî operasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Tendurekê bû mertalê zindî û di encama gulereşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand. KNK'ê got, "Aşkera ye ku armanca van êrîşan sabotekirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê ye. Di rojên dawî de civandina bi hezaran leşker û tîmên taybet li herêmê, parçeyek ji vê planê ye. Ev rastî bi operasyona dawî ya provokatîf re derketiye holê."
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr xist ku artêşa Tirk li Agirî bi gulereşandin ji hewa û bejahiyê ve sivîlek qetil kiriye û gelek sivîl birîndar kiriye. Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku beriya Festîvala Biharê û çandina daran a li Çiyayê Tendurekê artêşa Tirk li herêmê derketiye operasyonê û got, "Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got ku di 11-12'ê Nîsana 2015'an de li herêma gundê Yûkaritutek ê navçeya Agirî Giyadînê 'hatiye bihîstin ku wê di şahiyên biharê de propaganda hilbijartinê were kirin û ji bo astengkirina vê' operasyon hatiye destpêkirin. Yanî Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk fikiriye ku wê li hemberî hikûmeta AKP'ê propaganda hilbijartinê were kirin, lewma derketiye operasyonê. Artêşa Tirk di operasyona xwe ya li qadê de dor li gerîlayên PKK'ê yên li wê derê girtiye û xwestiye vê yekîneya Kurd tine bike."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo astengkirina operasyona leşkerî bi qasî 20 sivîlan tevî hemû astengiyan jî weke 'mertalên zindî' hewl dane biçin herêma operasyonê, lê belê leşkerên Tirk ji hewa û bejahî ve gule li sivîlan reşandine. Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku li vê derê Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak hat qetilkirin, nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga, Cîgirê Hevşaredarên Agirî û Endamê Meclîsa Şaredariyê Melîk Arpac jî di nav de gelek kes hatin birîndarkirin.
Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Li dijî çalakiyên aştiyane û demokratîk ên gelê Agirî, AKP'ê fermana êrîşê daye artêşa Tirk. AKP hêza leşkerî dide pişt xwe, çalakiya demokratîk a gelê Kurd provoke dike, pevçûnê derdixîne û mirovên sîvîl qetil dike. Armanca hikûmeta AKP'ê, tepisandina gelê Kurd û provokekirina rewşa aştiyê ye" û pirsa "Gelo artêşa Tirk û hikûmet dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin?" pirsî.
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku dema ev operasyona leşkerî ya artêşa Tirk li Agirî dewam dikir, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglu û Serokkomar R.T. Erdogan îspat dike ku ev provokasyon berê ji aliyê wan va hatiye amadekirin û ev xisûs hatin destnîşankirin: “"Aşkera ye ku armanca van êrîşan sabotekirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê ye. Di rojên dawî de civandina bi hezaran leşker û tîmên taybet li herêmê, parçeyek ji vê planê ye. Ev rastî bi operasyona dawî ya provokatîf re derketiye holê."
Lê belê bi destpêkirina muzakereya demokratîk û pêvajoya çareseriyê re bingeha demeke nû hatiye danîn, vê pêvajoyê di gel û raya giştî de hêviyên mezin çêkirine. Hikûmeta AKP’ê ya bi vê operasyonê re armanc dike van hêviyan hilweşîne bi senaryoyên çêker dixwaze vê pêvajoyê sabote bike.”
Konseya Rêvebera KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev êrîşa hikûmeta AKP’ê û artêşa wê şermezar kir, banga hestyariyê li tevayî raya giştî ya hestyar û saziyên navneteweyî kir.