Mamosteya ku rizgarî li nava gerîla dît
Mamoste Gulan Amara a tevlî nava refên gerîla bû destnîşan kir, ku ji ber şensê jiyanê di nava sîstemê de nîne weke jineke Kurd wê berê xwe daye çiyê.
Mamoste Gulan Amara a tevlî nava refên gerîla bû destnîşan kir, ku ji ber şensê jiyanê di nava sîstemê de nîne weke jineke Kurd wê berê xwe daye çiyê.
Mamoste Gulan Amara a tevlî nava refên gerîla bû destnîşan kir, ku ji ber şensê jiyanê di nava sîstemê de nîne weke jineke Kurd wê berê xwe daye çiyê.
Ji derdorên cuda tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam dike. Ji hemû beşên civakê, ji hemû etnîsîte, çand, neteweyan ciwan destnîşan dikin ku navnîşana azadî û rizgariyê çiyayên azad in. Yek ji van jî Gulan Amara ye ku dema li navçeya Agirî Bazîdê mamostetî dikir, tevlî nava refên PKK'ê bûye.
'DEMA JIN BE, ÊRÎŞ DIGIHÊJIN ASTEKE CUDA'
Gerîla Amara diyar kir ku li dijî feraseta hişk û zordar a sîstemê ew tevlî refên gerîla bûye û pêkanînên ku weke jineke Kurd ew li zanîngehê lê rast hat, bi vî rengî vegot: "Di salên xwendina zanîngehê de, ez li nakokiya Kurd, Tirk rast hatim. Li hemberî me xwendekarên Kurd ji her alî ve êrîş dihatin kirin. Ji ber em jin bûn, êrîş digihaşt asteke cuda. Ji ber ku sîstema perwerdeyê û spor bi zîhniyetê mêr dihat kirin, mîna zextê bûn. Ji ber feraseta 'jin e, nikare bike' serdest bû."
Gerîla Amara da zanîn ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd wê xwestiye weke mamosteyekê têbikoşe û got, "Berê min digot ez ê bibim mamoste û li gorî xwe, asîmîlasyona dewletê ya li hemberî ciwanên Kurdistanê dimeşîne bişkînim. Bê guman bi demê re min fêm kir ku ev yek rêbazeke şaş e."
'DI NAVA TEVGERA AZADIYÊ DE JI NÛ VE JI DAYIK BÛM'
Amara anî ziman ku piştî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir sîstemê êdî têra wê nekir û got, "Min fêm kir ku ji bo ev jiyana şaş zêde neyê jiyîn, dem hatiye gav were avêtin. Di çarçoveya van esasan de tevlî nava refên gerîla bûm. Bi tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê re min dîtk u ji nû ve ji dayik bûme. Ji ber ku bi naskirina Rêber Apo re min xwe nas kir, sîstem analîz kir. Cihê ku tê qebûlkirin ku jin hêzeke û vîna wê tê pejirandin, çiyayên azad ên Kurdistanê ne. Weke jinekê min xwe nas kir û baweriya min a ji xwe zêde bû."
'JIYANA WATEDAR LI ÇIYAYÊN AZAD E'
Gerîla Amara bang li jinên ciwan, ciwanên Kurdistanê û hemû ciwanên Tirkiyeyê yên xwe weke şoreşger bi nav dikin kir ku tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya gelên bindest bibin û got, "Bila ciwan ji cihê lê ne berê xwe bidin çiyayê azad, jiyan û têkoşîna li vir bibînin. Bila êdî ji xewê rabin û li dijî qirêjiya sîstemê têkoşînê xurt bikin."