Li Baselê coşa kongreyê

Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreya ku bi coşeke mezin aht lidarxistin de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hilbijêrên li Ewropayê wê roleke diyarker bilîzin.

Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Baselê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreya ku bi coşeke mezin aht lidarxistin de hat destnîşankirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hilbijêrên li Ewropayê wê roleke diyarker bilîzin.

Di kongreya li salona dawetê ya Xezal de nûnerê NAV-DEM'ê Îsmet Kem, ÎGÎF, komeleyên Elewiyan, gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, dîwana kongreyê hat hilbijartin. Paşê li ser rewşa dawî ya siyasî axaftin hatin kirin.

Nûnerê NAV-DEM'ê Îsmet Kem di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên di 7'ê Hezîranê de werin lidarxistin û hêza rêxistinbûyî ya gelan a bi HDP'ê re derket holê, destnîşan kir. Kem ragihand ku desthilatdariya AKP'ê ya 12 salan ji bilî xizanî, hêsrên çavan nayê ti wateyê û anî ziman ku hêzên bi HDP'ê re li hev kom bûne, xwedî wê şensê ne ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Kem bal kişand ser girîngiya her dengê ji Ewropayê ji HDP'ê re bê dayîn û bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Li dû axaftinan rapora xebatên salekê ya Meclîsê hat xwendin û nrixandin. Dûre hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de Meclîsa ji 80 kesî ya ji komîsyonên rêxistinbûyîn, bawerî, aştî û edalet, weşan, çand, ciwan, malbatên şehîdan, çapemenî, têkiliyên derve, PYD û perwerdeyê hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Xanê Ozturk û Sadik Sûncak hatin hilbijartin.

...