Di kolandina gora komî ya Dêrsimê de serê 8 mirovan hat dîtin

Di kolandina gora komî ya aydî 24 endamên malbata Canan û Baran ya Dêrsimê de hestiyê serê 8 mirovan hatin dîtin.

Di kolandina gora komî ya aydî 24 endamên malbata Canan û Baran ya Dêrsimê de hestiyê serê 8 mirovan hatin dîtin.

Piştî komkujiya sala 1938'an li ser erdnîgariya Dêrsimê gelek gorên komî û hestiyên mirovan hatin dîtin. Li herêma Sekasur a gundê Bargînî yê navçeya Xozatê yê Dêrsimê di 1938'an de leşkeran 24 endamên malbata Canan û Baran de di kadînê de şewitandin û qetil kirin. Piştî hin hestî hatin dîtin, malbatên Baran û Canan ji bo gora komî serî li Serdozgeriya Komarê ya Xozatê da û xwestin ku derbarê hêstiyên ayîdî xizmên wan de lêkolîna berfireh bê kirin. Lê daxwaza malbata ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Xozatê ve bi hinceta demboriyê hatibû redkirin. Parêzerê malbata Cîhan Soylemez ji bo biryara bêşopandinê bê rakirin serî li Dadgeha Cezayên Giran a Erzînganê dan û bi pirdengî biryara Serdozgeriya Komarê ya Xozatê rakir û biryara têkildarî bûyerê de lêpirsina bihêz bê meşandin da. Bi biryara Dadgeha Cezayên Giran a Erzînganê yekemîn car têkildarî komkujiya Dêrsîmê ya di sala 1938'an de pêk hat li herêmê kolandin pêk hat. Malbatên Baran û Canan, Dozgerê Xozatê, pisporên Tipa Edlî yên ji Stenbolê hatin peywirdarkirin, Serokê Tipa Edlî yê Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Umît Bîçar, Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul û Rêvebera Şaxa ÎHD'ê yê Dêrsîmê Suna Bîlgîn kolandin şopand. Li herêma Sekasurê gelek leşkeran hatin bicihkirin.

Di kolandina roja ewil de hestiyê serê 8 mirovan hatin dîtin. Heyeta kolandinê ku heta êvarî kora komî koland, ji bo hestiyê 16 mirovên din bibîne dê sibê kolandinê berdewam bike. Kolandina gora komî dê sibê berdewam bike.