Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên 4 şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.

Cenazeyên 4 şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.

Şervanên YPG'ê Ramazan Hantaş (Yilmaz Amed) û Onur Polat (Çekdar Batman) û şervanên YPJ'ê Hafize Mutlu (Besê Amed) û Nuran Şahin (Delîla Amed) li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 4 şervanên YPJ'ê û YPG'ê ji bo otopsiyê anîn Amedê. Cenazeyên 4 şervanên Kurd li Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de endam û rêveberên MEYA-DER, DBP û HDP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Cenaze li ser sêrêya Bismil, Mêrdin û Amedê hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên şervanên Kurd piştî hatin pêşwazîkirin birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê. Karwanê cenazeyan piştî gihişt Taxa Aliparê ya Amedê ji aliyê dehan ciwan ve hat birîn û piştre kesên tev li karwanê bûn bi meş heta kolana Sento û Kuruçeşmeyê meşiyan. Girseya tev li meşê bûn bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Katil DAÎŞ, tevkar AKP", "Bijî berxwedana YPG-YPJ" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Di meşê de ji ber girsê dirûşm berz kirin û hêjmara girsê mezin bû polîsan xwest mudaxale bike. Lê ji ber girsê bertek nîşanî polîsan da, polîsan rê li pêş girsê vekir û girsê meşa xwe berdewam kir. Piştî karwanê cenazeyan gihişt nexweşxaneyan, girsê darbesta cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê bi alên kesk, sor û ser pêçan û danîn ser milê xwe. Girsê ji bo otopsiyê cenaze birin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyan wê cenazeyê YPG'ê Polat bibin Êlihê, cenazeyê YPJ'ê Şahin bibin Bismilê. Cenazeyê YPG'ê Hantaş li Goristana Yenîkoyê û cenazeyê YPJ'ê Mutlu jî dê li Goristana Deriyê Mêrdînê bê definkirin.