YBŞ û YPJ Şengalê Çarşema Sor pîroz kirin
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YPJ Şengalê cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kirin.
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YPJ Şengalê cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kirin.
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YPJ Şengalê cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya fermandariyan de hat gotin: “Em cejnên xwe yên îsal û cejnên Çarşema Sor li Çiyayê Şengalê bi berxwedanek mezin pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor a îsal wê bibe mîlada azadiya gelê Şengal û Êzidî.”
Fermandariyên Giştî yên YBŞ û YPJ Şengalê, Cejna Çarşema Sor a civata Êzidî pîroz kirin û dan zanîn ku civata Êzidî ya di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anîn, şûnde derketin çiyan û neçar man koç bikin, cejna ku li gorî baweriya xwe pîroz dikin, di nava berxwedanek mezin de derbas dikin. Fermandariyê da xuyakirin ku di çarçoveya baweriya gelê Êzidî de Çarşema Sor wek sersalê ye û divê hemû gelê Êzidî xwedî li bawerî, xak û dîroka xwe derkevin û di berxwedana Şengalê de cih bigirin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Gelê me bi sedsalane li ser xaka xwe, bi bawerî, çand û dîroka xwe li îbadetgaha pîroz jiyane. Gelê me yê ku bi nirxên xwe yên cewherî jiyane, her tim rastî zext û komkujiyên hêzên mêtînger hatine. Lê gelê me ti carî li dijî polîtîka, komkujî, zext-zordarî û zilmê serî netewandiye û her tim di nava berxwedanê de cihê xwe girtiye.
Herî dawî çeteyê dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî Şengalê komkujiya 73. pêk anî û gelê me li dijî vê serî netewandiye û berxwedanek dîrokî nîşan dane. Tevî ku 8 meh di ser komkujiya 73. de derbas bûye jî gelê me li Çiyayê Şengalê maye û li dij hemû êrîş û zordariyên çeteyan berxwedane, xwedî li hemû dîrok, bawerî û çanda xwe derketine û hemû rojên pîroz û cejn di nava berxwedanê de pêşwazî kirine. Cejna Çarşema Sor ya ku hilhatina mirovahî û cîhanê ye, ji bo gelê me cejna herî pîroz e. Gelê me vê cejnê bi berxwedanek mezin pêşwazî dike û di serî de li Çiyayê Şengalê û li her derê bi berxwedanê tê pîrozkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku di berxwedana Şengalê de cih bigirin û got: “Em hêzên ku gelên xwe diparêzin, bi hêza ku me ji berxwedana dîroka gelê xwe û cejna Çarşema Sor girtiye, soz didin gelê xwe ku wê Şengalê azad bikin. Em diyar dikin ku wê Çarşema Sor bibe mîlada azadiya gelê me û Şengalê. Em careke din cejna gelê xwe pîroz dikin û bang li hemû gelê xwe dikin ku di berxwedana Şengalê de cih bigirin.”