Li Kobanê 6 gundên din hatin rizgarkirin
Li başûrê Kantona Kobanê, di encama operasyoneke nû ku şervanên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin de, 6 gundên din hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, şervanên YPG/YPJ’ê piştî “Operasyona Şehîd Hogir” ku li eniya başûr rojhilatê kantonê dabû destpêkirin û 9 gund hatibûn rizgarkirin, duh êvarê jî li başûrê kantonê operasyonek da destpêkirin.
Di operasyona ku bi navê “Operasyona Şehîd Agirî û Şehîd Herdem” hatiye destpêkirin û hêzên Burkan El-Firat jî tevlî dibin de heta niha gundên Hemdun, Şehîd Qitê, Girik, Xirab Bergîl, Bîrmamo û Dafê hatin rizgarkirin. Operasyon hîn didome.