Gelê Geverê destûr neda serdegirtinên polîsan

Tîmên tevgera taybet ên bi maske, taxên Kişla û Orman ên Geverê bi maşînên zirxî dorpêçkirin. Di navbera van tîmên bi maske û şêniyên taxan de pevçûn derket.

Tîmên tevgera taybet ên bi maske, taxên Kişla û Orman ên Geverê bi maşînên zirxî dorpêçkirin. Di navbera van tîmên bi maske û şêniyên taxan de pevçûn derket. Gel destûr neda polîsan ku biavêjin ser malan.

Bi qanûnîbûna "Pakêta Ewlekariya Hundir" re serdegirtin û operasyonên polîsan ên li Colemêrgê zêde bûn. Li Geverê pêr bi şev di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Polîsan ber destê sibehê saet li dora 04'an bi maşînên zirxî dor li taxên Kişla û Ormanê girtin û xwestin biavêjin ser malan. Gelê herêmê yê bi vê tevgera polîsan hesiya, bi keviran nerazîbûn nîşan da û tîmên taybet jî gule li gel reşandin. Ev rewş piştî demekê veguherî pevçûna bi çekan û hat ragihandin ku pevçûnê heta saet 06'an dewam kiriye. Li gorî agahiyan, polîsan gule li gelek malan reşandine û tevî vê yekê jî gel nehiştiye polîs bikevin hundirê malan.

Qeymeqamiyê jî pevçûnda danê sibehê bi şêweya 'di dema veguhastina leşkerî de pevçûn derket' pêşkêşî medya herêmî kir.

Şêniyên taxan dan xuyakirin ku li taxên mijara gotinê rêyek ji bo veguhastinê jî nîne û nerazîbûn nîşan dan.

Piştî bihîstina bûyerê nûnerên HDP, DBP û rêxistinên civakî yên sivîl tevî bi hezaran kesî, şêniyên taxên Kişla û Ormanê ziyaret kirin û lêkolîn li herêmê pêk anîn.