Nasnameya gerîlayê di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin ku gerîlayê ARGK'ê Kemal Ûlaş bi nasnav Bager Karakoçan di 2'ê Nîsana 1995'an de di pevçûna li gundê Gerdiya Hergus de bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye.
Anf
Behdînan
çarşem, 15 avrêlê 2015, 07:02
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin ku gerîlayê ARGK'ê Kemal Ûlaş bi nasnav Bager Karakoçan di 2'ê Nîsana 1995'an de di pevçûna li gundê Gerdiya Hergus de bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan da zanîn ku gerîlayê ARGK'ê Kemal Ûlaş bi nasnav Bager Karakoçan ê di sala 1994'an de li Stenbolê beşdar bû, di pevçûneke li gundê Gerdiya Hergus de jiyana xwe ji dest daye.
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan ji malbata Ûlaş re nameyek şandin û ji ber derengmayîna agahîdayînê, lêborîn xwestin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê di nameyê de gotin, "Ewlad û xizmê we rêhevalê me yê giranguha Bager, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye" û destnîşan kirin ku Bager Karakoçan serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha.
Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ewladê we, rêhevalê me Bager Karakoçan ê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê gotin, "Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî, hem jî herî kêm weke we li ber êşa hevalê xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayê vê çeka wî û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin."
Di nameye de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û ji malbata Ûlaş re hat gotin, "Ji ber ku hûn xwedî ewled, xwişk û xizmekî mîna hevalê Kemal Ûlaş ê leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e.
Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in."