Artêşa Tirk hewl dide bi zorê şer derxîne
HPG'ê da xuyakirin ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi qasî ku rê li ber bingeheke şer veke, zêde bûne.
HPG'ê da xuyakirin ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi qasî ku rê li ber bingeheke şer veke, zêde bûne.
HPG'ê da xuyakirin ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi qasî ku rê li ber bingeheke şer veke, zêde bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku tevgera yekîneyên artêşa Tirk a li ser xeta sînorê Heftanîn a Şirnexê, bi qasî ku rê li ber pevçûnê veke, zêde bûye.
Navendê diyar kir ku ji 10'ê Nîsanê û vir ve ji Girê Meymûn ê li xeta sînorê Heftanînê ye û di bin kontrola artêşa Tirk de ye, tevgera leşkerî ya ber bi qada Kaniya Xiyara zêde bûye û artêşê li herêmê kamp ava kiriye.
Hat ragihandin ku li derdora Girê Şehîd Kendal û herêmên di bin kontrola gerîla de, li 3 giran bi qasî 120-130 leşkerî kamp ava kirine û hat destnîşankirin ku ev liv û tevgera li hemberî qadên gerîla yên di pozîsyona bêçalakiyê de ne, dikare rê li ber zemînên pevçûnê veke.
Li gorî daxuyaniyê di 14'ê Nîsanê saet di navbera 19:00 - 20:00 de artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov qadên Mamreşo û Govendê yên li herêma Zagrosê keşif kiriye û ev tevgera keşfê hînê dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku di 14'ê Nîsanê saet di navbera 19:00-20:00, 23:00 - 00:00 û 15'ê Nîsanê saet di navbera 01:30 - 02:00 de tevgera balafirên şer rû daye, di ji 14'ê Nîsanê saet 23:00 heta 15'ê Nîsanê saet di 03:40 pêgerên bê mirov ên hewayî li ser herêma Zapê keşif kirine.
Hat ragihandin ku di 14'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 - 16:30 de tevgera balafirên şer li herêma Cûdî hatiye tespîtkirin.
Hat gotin ku ji 14'ê Nîsanê saet 18:00 heta sibeha 15'ê Nîsanê, bi pêgerên bê mirov ên hewayî re li qada Şehîd Kendal a Amedê keşif hatiye kirin.